Bayindir: Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e

img
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Giyadînê axivî. Bayindir, diyar kir ku ev hilbijartin referandûma gelê kurd û banga dengdayînê û xwedîderketina li sindoqan li her kesî kir. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Giyadîn a Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li nêzî otogara navçeyê hevdîtina bi gel re li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê yên Giyadînê Adnan Dogan û Hayat Zorbay tev li bûn. Bi sedan welatî bi cil û bergên kurdî û bi rengên kurdistanî tev li hevdîtinê bûn. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. 
 
Hevdîtin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzet Hayat Zorbay axivî û got ku xelkê Giyadînê biryara xwe daye. Zorbay, diyar kir ku xelkê Giyadînê hejayî tiştên herî baş e û wiha got: “Ji gel re dibêjin dengê xwe nedin DEM Partiyê ji ber ku dê qeyûm bê tayînkirin. Em jî dibêjin em ê bi hev re birêve bibin. Dem dema azadiyê ye.” 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, got ku dê serkeftina xwe di 1’ê nîsanê de bi hev re pîroz bikin. Bayindir, wiha domand: “Hewl didin bajarên kurdan vala bikin. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd girîng e. Di sala 2016’an de li Silopiyayê Dayika Taybet qetil kirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Keça wê îro daxuyanî da û got; ‘bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa dengê xwe bide.’ Cenazeyên zarokên gelê kurd bi kargoyan şandin. Dema hûn diçin ser sindoqan van bînin bîra xwe û dengê xwe wisa bidin. Dê li hemû bajarên Kurdistanê gel dengê xwe bide îradeya xwe. Bi hezaran ciwanên me neçar man ku biçin Ewropayê. Ev rewş li Agiriyê pir zêde ye. Yên ku welatê xwe terk dike dê em nebin, dê ew kes vî welatî terk bikin ên mêtingeriyê li vir dikin. Dixwazin bajarên me vala bikin. Em ê destûrê nedin wan kesên dixwazin me darê zorê ji xaka me bikin. Ev 8 sal in li bajarên me qeyûm tayîn kirine. Ev zîhniyet zîhniyeta Fîrewn û Nemrûdan e. Lê dê ev zîhniyet tu caran bi ser nekeve.”
 
'MUXATABÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’
 
Bayindir, da zanîn ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Îktîdara AKP-MHP’ê dijminê gelê kurd e. Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Dem êdî dema kurdan e. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û bi Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin. Girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Baş e lê çi dixwazin? Dixwazin bi muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Lê ev bênavber di şer de israr dikin.” 
 
'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Di berdewamê de Bayindir got ku dê di hilbijartinê de qeyûman ji bajarên Kurdistanê derxînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê di 31’ê Adarê de van zaliman ji bajarên xwe bişînin. Ev hilbijartin referandûma gelê kurd e.  Dê 2 roj piştre her kes biçe ser sindoqê. Ji bo Giyadîn ji van zaliman were xelaskirin divê her kes biçe dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve. Em ê tevî gelê xwe bi ser kevin.” 
 
Çalakî bi gerandina govendê û tililiyan bi dawî bû. 
 
AVKÊVIR
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Avkevirê jî li ser Cadeya Mareşal Fevzî Çakmak hevdîtina bi gel re li dar xist. Parlamenterên Agiriyê Heval Bozdag, Sirri Sakik, namzetên hevşaredariyê yên Avkevirê Mehmet Alî Budak û Cemîle Duman û bi sedan welatî tev li bûn. 
 
Namzet Cemîle Duman di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Em ê serî li ber zalim û zordaran netewînin. Kurd û azerî li vê navçeyê bi hev re dijîn. Em ê bersivê bidin wan kesên dixwestin berê van gelan bidin hev. Em bi xwe dê bajarên xwe birêve bibin. Em ê tevî gelê xwe navçeya xwe xweştir bikin.” 
 
Parlamenter Sirri Sakik jî da zanîn ku partiya wan ji bo hemû nasname û çand bi hev re bijîn têdikoşe û wiha bi dawî kir: “Her kes bi hemû nasname û çandên xwe li vê qadê ne. Li vê erdnîgariyê tekane partiya hemû gel bi hev re tê de cih digirin DEM Partî ye. Polîs û leşkerên ku ne ji vî bajarî hewl didin îradeya gelê me xesp bikin. Lê çi dikin bila bikin dê nekarin bi ser kevin û dê serkeftin ya gelê me be. Di 31’ê Adarê de herin ser sindoqan û van dizan ji vî bajarî bişînin.” 
 
Çalakî bi gerandina govendê û tililiyan bi dawî bû.