DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin

img
EDENE - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Edeneyê Arîfe Çinar îdiayên ku DEM Partî xwe ji hilbijartinên Edeneyê vedikişîne derewand û wiha got: “Em ji bo hilbijartinê amade ne û dê bi ser kevin.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê têkildarî îdiaya ku dibêjin xwe ji hilbijartinê vekişandine daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya rêxistinê hate dayîn û pankarta “Here ser sindoqê û xwedî li îradeya xwe derkeve, dengê xwe bidin DEM Partiyê” hate vekirin. Hevserok û hevşaredarên bajar û partiyî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
'DÊ SERKEFTIN A GELAN BE’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar metna daxuyaniyê xwend. Çinar, bang li tevahiya gel kir ku biçin ser sindoqê, xwedî li îradeya xwe derkeve û îdiaya “dê xwe ji hilbijartinê vekişînin” derewand. Çinar, wiha domand: “Em dixwazin ji tevahiya raya giştî ya Edeneyê re bibêjin; hem derdorên nêzî îktîdarê hem jî yên muxalîf propagandaya ku em ê xwe vekişînin dikin. Em ji gelê Edeneyê re dibêjin ku em bi hemû hêza xwe ji hilbijartinê re amade ne û dê serkeftineke mezin bi dest bixin. Dê serkeftin a me be. Dê serkeftin a gelê Edeneyê be.”