Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?

img
KOCAELÎ - Ciwanên li Dîlovasiya ku ji ber bêkariyê gelek kesan koçî Ewropayê kiriye, anîn ziman ku ji bo guherînê dê biçin ser sindoqan. Ciwanan îşaret bi DEM Partiyê kir û wiha gotin: “Li her cihê ku biserdikeve bihar tê, çima bila bihar neyê vir?”
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê ku rêveberên herêmî lê tên diyarkirin re du roj man. Ji ber vê yekê partiyên siyasî xebatên xwe yên dawî dikin. Pêşbirka hilbijartinê ya li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê dê di navbera AKP’ê û DEM Partiyê de biçe. Li navçeya ku 3 serdem in ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin, di serî de pirsgirêka îstîhdamê, pirsgirêkên tenduristî, civakî, çandî û ekolojîk gelek in. Li vir herî zêde ciwan mereq dikin ka dê ji sindoqan çi encam derkeve. 
 
Tevî ku Dîlovasi ji aliyê senayiyê ve yek ji herêma herî girîng a Tirkiyeyê ye jî, ji ciwanên li Dîlovasiya ku bi bêkariyê re rûbirû ne dijîn, nêzî 5 hezaran di salên dawî de koçî Ewropayê kirin. Ciwanên li navçeyê mane jî di bin gefa hişbirê de dijîn. Li navçeya ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye 11 saliyê, hema bêjê tu xebatên şaredariyê yên li ser qadên çandî û civakî nînin.  
 
Di beyannameya hilbijartinê ku ji aliyê namzetên DEM Partiyê Mûstafa Avci û Şevîn Coşkûn ve hat aşkerakirin de, wê ji bo ciwanên li navçeyê bi rengekî herî bi bandor tevlî pêvajoyên biryardayînê yên şaredariyê bibin, derfet bên afirandin û ciwanên bê perwerde hatine hiştin bi qursên pîşeyî û aktîvîteyên civakî tevlî jiyana civakî bibin. Dîsa ji bo pêşiyê li bengîtiya madeyên hişbirê bê girtin, amadekariyên vekirina navendên piştgiriya psîko-sosyal a ciwanan, ji budçeya şaredariyê alîkarî ji komeleyên ciwanan û saziyên mîna wê re tên kirin ku li dijî madeyên hişbir têdikoşin. 
 
Ciwanên ku me mîkrofon dirêjî wan kir, pirsgirêkên dijîn vegotin û helwesta xwe ya dema çûn ser sindoqan anîn ziman. 
 
‘BÊKARÎ BER BI HIŞBIRÊ VE DIBE’ 
 
Yek ji ciwanan Yasîn Yildirim diyar kir ku pirsgirêka bêkariyê ya li Dîlovasiyê di gelek ciwanan de rê li ber zexta malbatê vekiriye û anî ziman ku di serî de bikaranîna hişbirê ciwan ketine nava lêgerînên cuda. 
 
Yildirim, bi lêv kir ku rêveberiya AKP’ê ya niha ji bo vê rewşê xeman naxwe û got: “Ji xwe tişta ew dixwazin jî ev e. Armanc dikin ku ciwanan bi bêkariyê ji eslê wan dûr dixin û dixwazin ciwan werin asta ku li dijî wan nikarin dengê xwe derxînin. 
 
‘LI DÎLOVASIYÊ ÇIMA BIHAR NEYÊ’ 
 
Yildirim, bal kişand ku ji bo pirsgirêkên bingehîn ên ciwan pê re rûbirû ne çareserî DEM Partî ye û wiha berdewam kir: “Di vê mijarê de baweriya min bi DEM Partiyê heye. Ji ber ku hem ji jinan hem jî ji ciwanan re ji vî aliyî piştgirî tê dayîn. Dema em lê dinêrin li cihên ku DEM Partî lê çalak e cihên ku herî kêm hişbir lê heye û ciwan herî zêde lê dixwînin e. Li her derên ku DEM Partî lê qezenc dike, dibe bihar, çima bihar neyê Dîlovasiyê?”
 
‘ÊDÎ NAXWAZIN DI BIN BENDÊN DESTHILATÊ DE BIN’ 
 
Adar Akbogan ê bal kişand ser koçberiya ji ber bêkariyê jî wiha got: “Qadên ku ciwan xwe bi pêş ve bibin gelek bisînor in. Ji ber vê yekê yek ji rêya ku ciwan serî lê didin jî derveyî welat e. Niha kekê min û gelek xizmên min di nav de nêzî 5 hezar ciwanan koçî Ewropayê kiriye. Ev ji bo me rewşeke ne baş e. 
 
Akbogan, bi lêv kir ku ciwan dê pirsgirêkên bingehîn li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan û wiha domand: “Ciwan di ferqa gelek tiştan de ne û êdî naxwazin di bin bendên desthilatê de bin.” Akbogan wiha bang li hilbijêrên din jî kir: “Ji bo zarokên me û neviyên me, ji pêşeroja wan dema hûn diçin ser sindoqan, zilma li jinan û me ciwanan tê kirin bibînin û wisa dengê xwe bidin.”
 
‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A CIWANAN RÊVEBERIYA AKP’Ê YE’ 
 
Ciwanekî din ê bi navê Omer Erkan jî destnîşan kir ku ciwanên xwedî lê nayên derketin ketine kolanan û rêyên xerab û di mijara belavbûna madeyên hişbirê de îşaret bi rêveberiya şaredariyê ya AKP’ê kir û wiha got: “Sedema van pirsgirêkan ji ber rêveberiyê ye. Em li bajarê senayiyê dijîn lê dema em diçin kargehekê pirsa ewilî ji me dipirsin ka tecrubeya me heye an na. Tecrubeya ciwanan nîne ji ber ku cihekî jê tecrubeyê bigirin nîne. Ji ber vê yekê pirsgirêka herî mezin a ciwanan ev rêveberî û desthilat e. Bi salan e li ser serê me ne ka ji bo ciwanan çi xebat kiriye.”
 
‘JI BO CIWANAN GUHERTIN ŞERT E’ 
 
Erkan, anî ziman ku di nava partiyan de dibînin ku herî zêde projeyên DEM Partiyê ji bo ciwanan hene û domand: “Niha aktîvîteyeke ku ciwan bikin, cihekî lê bigerin, sporeke ku pê re eleqedar bibin nîne. Ji ber wê dema em diçin ser sindoqan dibe em li ber çavan bigirin ku heta niha ji bo me ciwanan çi hate kirin û li gorî wê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji ber ku em difikirin ku guherîn şert e.” 
 
‘DEM PARTÎ WERE DIBE KU HER TIŞT CUDA BIBE’ 
 
Mûhammed Taşçi jî destnîşan kir ku temenê bikaranîna hişbirê yê her ku diçe dikeve di wî de rê li ber fikareke mezin vekiriye û got: “Ez bi xwe jî her tim li pey birayên xwe diçim. Ji bo ku ew ji tiştên wiha dûr bikevin.”
 
Taşçi, got ku “Li gorî fikra min DEM Partî were ser rêveberiyê dibe ku her tişt cuda bibe” û ev tişt gotin: “Ji xwe em projeyên ku amadekirine jî dibînin. Heta niha tu şaredaran projeyên wiha pêşkeşnekirin. Di serî de ji ciwanan, ji bo jin û pîr û kalan jî projeyên xwe pêşkeş dikin. Di vê mijarê de baweriya me bi DEM Partiyê heye.”
 
MA / Îbrahîm Irmak