Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire

MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Newrozê ya Mûşê de axivî. Bayindir, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe qadên Newrozê dadigire û wiha domand: “Em ê tevî we hem Mûşê hem jî navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê li pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Yeşîlyurt a Mûşê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez, Parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temllî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin û gelek welatî bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Tevî barînê jî qad hatibû tijekirin û welatiyan demekî dirêj govend gerandin. 
 
Di pîrozbahiyê de welatiyan gelek caran li çepikan xistin, tililî avêtin û dirûşm berz kirin. Her wiha pankartên “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve”, “Dema jinan vîna jinan Dem jiyan e” û “Her dem berxwedan her dem azadî” hatin vekirin. Li hêla din dovîzên “Newroz azadî ye bi ruhê Rewşanan” û “Newroz pîroz be” hatin hilgirtin. Welatiyan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Mûşê li ser dikê hatin vexwendin û gel silav kirin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Atasoy di pîrozbahiyê de axaftineke kin kir û got: “Ronahî, berxwedan û mizgîniya Newrozê tu caran li ser me kêm nebe. Me jî bi salan Newroz bi serkeftineke mezin veguhest qadan û dê veguhêzin.” Namzetên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez jî girîngiya Newrozê vegotin û Newroz li her kesî pîroz kirin. 
 
Piştî axaftina namzetan, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. 
 
‘LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ QAD TIJE BÛN’ 
 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, ji ewil Newroza gelê kurd pîroz kir û piştre bertek nîşanî astengkirina Walîtiya Mûşê ya Newrozê da. Bayindir, wiha got: “Em ê rê nedin kesên dixwazin pêşiya me asteng bikin. Dê gelê me teslîmî inyetên xerab û hesabên xelet nebe. Gelê kurd ji bo azadiya xwe, bi îradeya xwe qadên Newrozê tije dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd qad tije kir.” 
 
‘MUXATABÊ ME YÊ ESASÎ OCALAN E’
 
Bayindir, bi domdarî got ku muxatabê sereke yê pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Em çareseriyê dixwazin. Muxatabê me yê esasî Ocalan e. Em ê pêşî li vî şerî bigirin.” Bayindir, bal kişand ser şerê taybet ê dewlet bi sala ye li dijî gelê kurd dimeşîne û wiha got: “Ev bi sedan sala ye hûn heman tiştan dikin. Lê we nekarî serî bi gelê kurd bidin tewandin. Her ku gelê kurd aştî parast, hûn jî bûn alîgirên şer. Lewma roj roja çareseriyê ye. Roj roja rabûna ser pêyan a gelê kurd e. Roj roja Mûşê ye. Dixwazin bi bêexlaqiyê pêşiya me bigirin lê dê nekarin bi ser kevin.” 
 
‘EM Ê MÛŞ’Ê BI MOHRA DEM PARTIYÊ BIXEMILÎNIN’ 
 
Bayindir ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê jî wiha got: “Divê em lez bidin xebatên xwe. Gelo hûn amade ne ku em bersivê bidin wan? Divê em her roj, her saet, her saniyeyê li dijî van bêexlaqiyan bixebitin. Mesele ne şaredarî ye. Mesele pirsgirêka kurd e, mesele neheqî ye, bêexlaqî ye, bêhiqûqtî ye. Ji vê saetê û şûnde yên li gel vê zilmê cih digirin, şirîkên van komkujiyan e. Ez bang li kesên heta niha nehatine gel me dikim; ji vê saetê û şûnde destê xwe bidin aştî û xwişk-biratiyê. Banga min ji bo her kesî ye. Em ê li gel we Mûşê û navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin. Ev kelecan û coşa we dê bi Mûşê bide qezenckirin.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûray BAlik û Arhat derketin ser dikê. Welatiyan li ber stranan tililî avêtin, govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.