Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê

img
QERS - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Dîgorê ku dixwazin şaredariyê bi ferqekî mezin ji qeyûm rizgar bikin, gotin ku ew ê şaredarvaniya zelal û gelparêz esas bigirin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê mal bi mal digerin û dixwazin bi ferqeke mezin şaredariyê Dîgor a Qerse careke din bistînin. Şaredariya navçeyê di sala 2009’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dest xist. Di 9’ê sibata 2017’an de Wezareta Karên Hundir li şûna hevşaredar Ekrem Bîngul, Qeymeqam Mustafa Gungur wek qeyûm tayîn kir. Di sala 2019’an de bi dengên hilbijêrên ji derve hatine, şaredarî ket destê AKP’ê. Namzetên hevşaredariyê yên dem Partiyê li dijî fêl û fanên AKP’ê mal bi mal digerin  û dixwazin şaredariyê ji destê AKP’ê bistînin. 
 
Namzetên hevşaredariyê Ulker Ozatîk û Adem Oyman di nava mehekê de hema bêje li deriyê her malekê xistin, bi her welatî re têkilî danîn. Namzetên li dijî hilbijerên hatine veguhestin bi şev û roj dixebitin û dixwazin şaredariyê bi ferqeke mezin ji destê AKP’ê xelas bikin. 
 
‘JI BO TÊKOŞÎNA JINAN BIDOMÎNIM BÛM NAMZET’
 
Bernamzet Ozatîk der barê projeyên xwe yên ji bo hilbijartinê amade kirine de wiha axivî: “Hema bêje jin di malan de hefskirî mane. Em ê qadên ku jin karibin werin cem hev ava bikin. Em ê ji bo keda wan a nayê dîtin, cihê bazarê ava bikin. Em ê ji bo berhermên wek şîr, mast, penîr kooperatîfên jinan ava bikin. Em ê pergaleke ku jin bibin xwedî biryar ava bikin û ji bo zarokan jî kreşan vekin.”  
 
‘DÊ GELÊ DÎGORÊ BI SER KEVE’
 
Ozatîk diyar kir ku ew ê ji bo ziman û çanda kurdî pêş bixin, dê navendên perwerdeyê ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perwerdeya zimanê zikmakî yek ji projeyên me yên sereke ye. Em ê ji bo zarokên hewizên avjeniyê, qadên sporê ava bikin. Ji ber van sedeman ne em, dê gelê Dîgorê bi ser bikeve. Ji hilbijartinê re demeke kin ma, em nebêjin ‘dengê me têr dike’. Li gel vê, her yekî me 3 hevalên xwe îqna bike û em bi hev re şaredariyê bi dest bixin, û Dîgorê rakin ser piya.” 
 
'ÎHALEYAN PEŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE DIKIN’
 
Bernamzet Oyman balê kişand ser pirsgirêkên rê, av, çop ên navçeyê. Oymen diyar kir ku sedema pirsgirêkên navçeyê feraseta rêveberiya AKP’ê ye û wiha got: “Bajar veguheriye sergoyê. Hêj jî gelek gund bêav in. Ava qirêj tev li ava çem dibe. Gelek riyên taxan ne asfaltkirî ne jî kevirên parkeyê hatine raxistin. Lê belê heya bine govên serokê heyî yê AKP’î kevirên parkeye hatine raxistin. Di sala 2014’an de ji binesaziyê bigire heya wesayîtên şaredariyê me çareser kirin. Ew tenê îhaleyan pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Her demê de projeya HDP’ê ya ji hev veqetandina sergoyan hebû lê her carê ev ji hêla qeyûm ve hate betalkirin. Bi kurt û kurmancî xizmetên heyî yên dema HDP’ê ne. Ji ber tu xizmet nîn in her ku diçe navçe li paş dimîne.”
 
‘ŞAREDARVANIYA ZELAL Û GELPARÊZ'
 
Oymen diyar kir ku dema ew bi ser ketin dê projeyên xwe ji gel re vebêjin û anî ziman ku ew ê bi erêkirina gel re têkevin liv tevgerê. Oyman derbarê şêwaza xwe ya şaredarvaniyê de ev tişt gotin: “Berî her tiştî em ê wek zelal û bi tev li kirina gel re şaredariyê bi rê ve bibin. Êm ê projeya ji hev veqetandina sergoyan têxin dewrê, em ê avên qirêj ji çeman dûr bixin, dê riyên gundan çêbikin, pirsgirêka avê çareser bikin. Em ji bo sewalkar karibin sewalkariyê bikin û berhemên xwe yên ji sewalkariyê karibin bifiroşin dê kooperatîfan ava bikin. Dê hem jin hem mêr di van kooperatîfan de karibin bixebitin. Êm ê piştgiriyê bidin sewalkariyê û pêşî li koçberiyê bigirin.” 
 
Oyman banga xwedîderketina îradeyê ji gel kir û wiha pê de çû: “AKP’ê di sala 2019’an de şaredariyê bi dengên veguheztî bi dest xist. Ji ber wê ne xizmeta gel dike, ne jî hesabê dide. Em pê bawer in ku dê şaerdariya xwe bi dest bixin û dê AKP û qeyûm ji bajarê xwe bişînin.” 
 
QETLÎAMA DÎGORÊ HÊJ JÎ ZINDÎ YE
 
Di 15’ê tebaxa 1993’yan de li dijî zextên leşkeriyê meşek protestoyê hat lidarxistin. Leşkerên girseyê gulebaran kirin û 5 jê zarok 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. Bûyer wek “Qetlîama Dîgorê” hate pênasekirin. Yên ku qetlîamê pêk anîne hatin pakkirin, dosye bi hinceta “demboriyê” hate girtin, lê belê bûyer di hişê gel de hêj jî zindî ye.   
 
MA / Mehmet Guleş