Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin

ÎDIR - Namzetên hevşaredariya bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê ji bo standina şaredariya ku du serdemin ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, lez dan xebatên xwe. Namzetan, diyar kirin ku ji bo bajarokê ji qeyûm xelas bikin banga hevgirtina li dora DEM Partiyê li gel kirin. 
 
Rojeva bajarokê Xoşxeberê ya girêdayî navenda Îdirê hilbijartinên herêmî ye. Nifûsa bajarokê 2 hezar û 600 kes e û 7 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e. Ji ber ku çarşî û bazara dan û stendinê tune ye, hemwelatî diçin navenda bajêr dan û stendina xwe dikin. Li gel pirsgirêkên binesazî û avahîsaziyê, xelkê bajarokê bi gelek pirsgirêkên cuda re rû bi rû ne. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 2014’an ên herêmî de li bajarokê bi ser ket. Lê belê di sala 2016’an de di çarçoveya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) qeyûm lê hate tayînkirin. HDP di hilbijartinên 2019’an de cardin bi ser ket lê cardin qeyûm lê hate tayînkirin. 
 
Hevserokên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Emîne Yondem kartal û Omer Çelîk lez dan xebatên xwe yên hilbijartinên 31’ê Adarê. Namzetan bal kişandin ser pirgirêkên bajarokê û jibo ji qeyûm paqij bikin daketine qadê.
 
‘CIWANAN KOÇ KIR'  
 
Namzet Omer Çelîk anî ziman ku gelên bajarojê debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dike û xwediyê merayeke mezin in. Çelîk, wiha domand: "Beriya niha çend salan gelek ciwanên me li vir bûn. Lê niha qet nayên dîtin. Ji ber bêkariyê tevek çûn Ewropayê. Li bajaroka me pêla tiryakê heye. Mirov pir bi rehetî dikare kesên tiryakê dixin bajarokê tespît bike û pêşî lê bigire. Em dixwazin ji bo ciwanan qadên werzîşê, navendên çandê vekin. Ji bo ciwanan kompleksa werzîşê ya gelemperî dikare bê fikirîn. Ji bo jin û ciwanan em ê sera û kooperatîfan vekin. Her wiha em ê xebatên tekstîl û çêkirina xaliyan bidin meşandin. Projeyên me yên têkildarî van mijaran amade ne." 
  
JI ŞAGIRTAN RE XIZMETA BÊPERE
 
Çelîk, bi domdarî detnîşan kir ku li piraniya bajarokê binesazî û rê tune ye û wiha pê de çû: "Li taxên jor hêj jî pirsgirêka avê heye. Dibistana navîn ya bajarokê li milê bajarokê yê jor dimîne. Şagirtên dibistanê di bihar û zivistanan de bi mecbûrî peya diçin dibistanê. Me soz da wan. Em ê xeta serwîsê ya bajarokê ava bikin û şagirtan bêpere bibin dibistanê. Bi vî awayî şagirt ne mecbûrin bi 3-4 kîlometreyan bimeşin.”
 
BANG LI GEL KIR 
 
Namzeta hevşaredariyê Emîne Yondem Kartal jî bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên bajarokê û wiha got: “Yên hildiberînin û bi rê ve dibin jin in. Ji ber vê hesasiyetek me heye li ser jinê.”
 
Kartal, da zanîn ku li bajarokê qadên jiyanê yên jinan kêm in û di projeya ewilî de dê van kêmaniyan ji holê rakin. Kartal, daxuyand ku dê li bajarokê meclisên jinan û kooperatîfan ava bikin û wiha pê de çû: "Em ê kreşên zarokan vekin. Dema ku zarok li kreşê bin wextê jinan hîn bêhtir çêdibe û dikare bi her tiştekî ve mijûl bibe." 
 
Kartal, got ku jinên bajarokê dibêjin “bila partiya me bi ser keve” û ev tişt anî ziman: " Ev rewş, dilsoziya wan a bi partiya me ve nîşan dide. Ji ber ku ew jî dizanin bîrdoziya partiyê li ser jinê ye. Em ê bi wijdan û bi keda jinê tevbigerin. Em partiyên din weke dijberê xwe nabînin." 
 
Kartal, herî dawî wiha bang li xelkê bajarokê kir: "Şaredariya me dê tu cihêkariyê di navbera gel de nekin û wekhev nêzî her kesî bibin. Dem hatiye ku her kesên xwişk-biratiyê dixwazin û xwedî wijdan bi hev re bimeşin. Ya ku dê vê bike jî DEM Partî ye. Lewma bang li her kesî dikim ku li dora DEM Partiyê bicivin."