Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê

img
MÊRSÎN - Şêniyên taxên navçeya Akdenîzê ku piraniya wan kurd in, diyar kirin ku şaredariya AKP’ê tu xizmetê ji bo wan nake û dê dengê xwe bidin DEM Partiyê.  
 
Welatiyên taxên navçeya Akdenîz a Mêrsînê ku piraniya wan kurd in, ji ber polîtîkayên cihêkar ên şaredariya AKP’ê aciz in. Welatiyên li taxên Çay, Çîlek, Ozgurluk û Karacaîlyasê dibêjin ku Şaredarê AKP’î Mûstafa Gultak li dijî wan polîtîkayên cihêkar dimeşîne. 
 
JI BER NEKIRINA XIZMETÊ ACIZ IN
 
Ji şêniyên taxê Mûstafa Kandal anî ziman ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengê xwe bide Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Kandal, got ku li Akdenîzê di navbera taxan de cihêkarî tê kirin û ev tişt anî ziman: “Gultak ê AKP’î, bi taybet jî xizmetê ji taxên Çay, Çîlek û Karacaîlyasê re nake. Tu têkiliyên wî bi gel re nînin. Em ê ji vir û şûnde dengê xwe bidin DEM Partiyê. Em ê hem qeyûm hem jî Gultak bişînin.” 
 
Ahmet Nazli jî diyar kir ku demekî kin berê emeliyat bûye û xizmeta tenduristiyê jê re nehatiye kirin. Nazli, wiha got: “Li taxa me tenê binkeyeke tenduristiyê heye. Û tu xebat nekiriye û nake. Bi hatina pêvajoya hilbijartinê re derî bi derî, mizgeft bi mizgeft digerin. Li mizgeftekê şirînahiyê li ya din meqerneyan belav dikin. Me tu xizmetên din nedîtine. Her tim bi tîmên taybet û polîsan tên vê derê (Gultak). Gultak tu xizmet ji taxên Çay, Çîlek û Ozgurlukê re nekiriye.” 
 
‘TU KES RÛYÊ GULTAK NABÎNE’
 
Mahmût Ay jî diyar kir ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û di nava 5 salan de tenê carekê Gultak dîtiye. Ay, da zanîn ku bikaranîna tiryakê ya li taxa wan zêde bûye û wiha domand: “Gelo kes rûyê Mûstafa Gultak dibîne? Çendek berê hat. Li gel xwe hemû kesên nerehet ên Mêrsînê anîbû. Meqernevan, yên bi kêrî mala xwe nayên, diz, tiryarkkêş... tevek jî bi Gultak re bûn. Tu xizmet ji tu deverekê re nekiriye. Ji her malê herî kêm 2-3 kesan dest bi tiryakê kiriye. Li dijî vê tiştekî nake. Di serdema partiyê (BDP) de pir kêm hebûn. Lê niha ji her malbatê 2-3 kes hene. Dê Gultak li Tax Çîlekê yek dengî jî negire.” 
 
Fatma Dogaç jî got ku ew Gultak nas nake û dê dengê xwe bide DEM Partiyê. Dogaz, diyar kir ku DEM Partî her şev tê sedana wan, dixebite û dibêje ku dê xizmetê bike. 
 
Naîle Karaca, da zanîn ku şaredarê heyî nas nake û heman gilî kir. 
 
Yûsûf Derelî destnîşan kir ku ev 5 sal in tenê Gultak dema ji bo dengxwestinê dîtiye. 
 
Îmam Erguven: “DEM Partî partiya gel e. Beriya niha 2-3 serdeman şaredarî bi dest xist. Gelek tişt kir. Li gorî min DEM Partî dê gelek tiştan bi xwe re bîne.” 
 
Sînan Ekîncî jî got ku dê dengê xwe bide “xwe” û wiha bal kişand ser DEM Partiyê: “Li dijî zilmê em azadiyê dixwazin. Maf, hiqûqê dixwazin.” 
 
'XIZMET NEHATIYE KIRIN’
 
Bahrî Bugday jî got ku xizmet ji wan re nayê kirin û Gultak avahiyên TOKÎ’yê weke xizmetê pêşkeş dike. Bugday, wiha domand: “Min tu caran şaredarekî ewqas kêrnehatî nedîtiye. Tu gotinên wî hev nagirin. Çi eleqeya TOKÎ’yan bi şaredariyê re heye? Diçe li wesayîta xwe ya luks siwar dibe û wêneyan dikişîne. Weke ku serkeftina wî be nîşan dide. Li ser pişta karkeran jî nivîsa ‘Serokê Şaredariya Akdenîzê Gultak’ hatiye nivîsandin.” 
 
Abdullah Înceoglû, got ku herî dawî di serdema BDP’ê de ji wan re xizmet hatiye kirin. 
 
Seher Demîr jî nexwest partiya ku dê dengê xwe bidê eşkere bike û diyar kir ku ji rêveberiya heyî memnûn nîne Demîr, got: “Jin li taxê xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Ez nikarim derkevim derve. Tu kes jê memnûn nîne.” 
 
Welatiyê bi navê Selahattîn Demîr jî bal kişand ser avahiyên di çarçoveya veguherîna bajar de hatine rûxandin û ev tişt anî ziman: “Li halê wê devera ha binêrin. Em dixwazin ev der di demekî nêz de bibe cihekî xweş. Mûstafa Beg mîna bihûştê li Karaduvarê kir. Bila kerem bikin bermahiyên li ser rêya termîkê ya Taxa Çayê binêrin. Bila rewşa xelkê vir bibînin. Em ji avadaniya vir memnûn nînin.” 
 
JI BÊKARIYÊ GILÎDAR E
 
Alî Olgaç jî got ku bavê wî bi salan ji bo AKP’ê xebitiye lê tu xizmet ji wan re nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Ji vê saetê û şûnde rêya min diyar e. Kî rast û dirûst tevbitere em ê dengê xwe bidin wan. Di her hilbijartinê de min li gorî gotina bavê xwe dengê xwe dida. Lê tişta bavê min heq dikir nedanê. Ez nikarim pariyekî nan bibin mala xwe. Bavê min dengê xwe dida AKP’ê, Partiya Refahê. Lê ne pirsa min ne jî ya bavê mn tê kirin.” 
 
Sezaî Demîr jî got ku hêj ne diyar e bê ka dê dengê xwe bide kê û da zanîn ku ev 3 sal in bêkar e. Demîr, daxuyand ku şaredarî ji wan re nabe alîkar û yên pişta wan heye xwedî li wan derdikeve. 
 
Veysî Olgaç jî da zanîn ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha bi dawî kir: “AKP’ê li vir tu xebat nekiriye. TOKÎ jî wan çênekiriye. Lê weke ku wan çêkiribe nîşan didin. Li vir bêkarî pir zêde heye. Qadên depoyê bêhnekî pir nexweş jê tê. Milet gelek jê aciz e. Deriyên qenalan vekirî ne. Paqijî tune ye û tenê dema demekî kin bo hilbijartinan dimîne paqijî tê kilrin.” 
 
MA / Yusra Batihan