Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin

 AMED - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di hevdîtina bi gel re ya li navçeya Sûrê de ji gel xwest ku xwedî li partiya xwe ya bi keda xwe ava kirine derkevin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Siyasetmedara kurd Leyla Zana jî li navçeya Sûrê ya Amedê tev li xebatan bû. Li Taxa Bagivar a Sûrê hevdîtina bi gel re hate lidarxistin û namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, namzetên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan û gelek partiyî tev li bûn. 
 
Şande li taxê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin û eleqeyeke mezin ji bo Leyla Zanayê hebû. Zana, ji hêla jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. 
 
Zana li vir axivî. Zana, got ku derdê wan tenê hilbijartin nîne û wiha domand: “Ji bo ku tiştên me jiyayîn ciwanên me nejîn em vê dikin. Daxwaza me jiyaneke azad û wekhev e. Min her tim got xwedî li xwe derkevin. Heke kesek li civaka xwe xwedî dernekeve tu kes lê xwedî dernakave. Lewma divê hûn xwedî li keda xwe, mafên xwe derkevin. Ev keda we ye, divê hûn xwedî lê derkevin. Ev der mala we ya herî mezin e. Ne pereyê me heye ku em belav bikin, ne jî hêza me heye ku êriş bikin. Tenê wijdan, îrade û fikra me heye. Armanca me ew e ku gelê me azad û di nava demokasiyê de bijî. Me gelek kişand, qet nebe bila zarokên me nekişînin.” 
 
‘KÊMASIYÊN ŞEXSAN NEXIN STÛYÊ PARTIYÊ’ 
 
Di berdewamê de Zana ev tişt anî ziman: “Em çawa li mala xwe binêrin, divê em wisa li partiya xwe jî binêrin. Dibe ku carnan em ji şexsan aciz bibin, lê mal mala me ye û divê em xwedî lê derkevin. Me tenê cisaret û ruhekî germ heye. Bi sala ye tevî êrişan jî em li ser pêyan e. Ez pir keyfxweş im ku gelê me hêj gelek zindî ye. Hûn çiqas bi destên hev bigirin, em ewqas keyfxweştir dibin. Biqasî di nav we de mam, ewqas bi zarokên xwe re nemam. Dema ketim girtîgehê tenê yek carê min li zarokên xwe fikirî. Wê kêliyê jî li ser televîzyonê du zarokan nan li ser çopî kom dikir. Piştre ji xwe hêrs bûm û min got; ‘Ev tevek zarokên te ne.’ Ji wê rojê heta niha zarokên gelê min bûn zarokên min. Dibe ku dilê we ji partiyê mabe, lê divê mirov kêmasiyên şexsan nexe stûyê partiyê. Ev partî wisa bi hêsanî nehat van rojan. Me bi neynûkên xwe kola û wisa anî van rojan.” 
 
Zana, herî dawî jî bang li gel kir ku xwedî li vîn û partiya xwe derkevin. 
 
Piştî axaftinan, li ber stranan govend hate gerandin.