Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne

ÎDIR - Li Îdira ku gel bi hev re dijîn beşeke mezin a welatiyan di hilbijartinan de piştgiriya DEM Partiyê dikin. Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin, wiha gotin: “Ji dizan re deng nîne. Dengê me ji me re ye.”
 
Gelên li Îdirê dijîn, bi kelecaneke mezin li benda hilbijartinên 31’ê Adarê ne. Dîroka hilbijartinê ya bajarî ku di hilbijartinan de yek ji bajarên krîtîk e bi encamên balkêş tejî ye. Bajarê ku ji aliyê partiyên siyasî yên ji navenda dewletê 86 salan hate birêvebirin, piştî ku di hilbijartinên 2009’an de rêveberî derbasî Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) bû, cara ewil partiyeke ku ji kevneşopiya DEM Partiyê tê hilbijartin qezenc kir. Mehmet Nûrî Guneş ê ji DTP’ê weke şaredar hate hilbijartin, li bo vegotina şêniyên bajêr bêyî ferq û cudahî wekehev xizmet kir. Guneş ê 10 mehan xizmet kir, pişt re bi sûcdariya “endamê KCK’ê ye” 8 sal û 9 meha cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Di hilbijartinên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) ya şûna DTP’ê hate avakirin, bi ferqa hezar dengan hilbijartin qezenc kir. Di hilbijartinên herêmî yên 2009’an de jî AKP û MHP’a li bajêr xwediyê rêjeyeke dengekî zêde ye, namzetê hevpar derxist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku kevneşopiya BDP’ê domand, bi ferqa du hezar dengan qezenc kir. Lê şûna hevşaredarên vê serdemê hatin hilbijartin jî qeyûm hate tayînkirin. Bajêr hêj ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. 
 
Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê de bên kirin nêzî 5 hezar hilbijêrên ku ji sivîl, leşker û polîsan pêk tê, hatin veguhestin. Her wiha derket holê ku ji bo AKP û MHP li navenda bajêr serbikeve, ji navçeya Başanê 800 hilbijer veguhestine. Ji bilî vê gelek kesan ji bo hilbijartinên muxtariyê navnîşanên xwe veguhestine gundan.  
 
GEL XWEST PARTIYÊ NAMZET NÎŞAN DA
 
Li bajêr di van hilbijartinan de jî dîsa AKP’ê û MHP’ê namzetê hevpar nîşan da. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pêşhilbijartinê ji bo bajêr namzetên hevşaredariyê diyar kirin. Bi vê rewşê li bajêr kelecanek çêbû. Gel xwest Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm yên beriya niha hevşaredarî kiribûn li bajêr weke namzet bibînin. Navenda DEM Partiyê jî bi tercîha gel re her du nav weke namzet nîşan dan. 
 
BA BER BI DEM PARTIYÊ VE YE
 
Bi namzetiya Guneş û Kûm bayê hilbijartinê ji aliyê DEM Partiyê ve tê. Lê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê a girêdayî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) namzetbûna Guneş asteng kir. Gel du rojan li kolanan li dijî vê biryarê bertek nîşan dan. Piştî du rojan Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr îtîraza li dijî vê biryarê hatiye dayîn qebûl kir. Bi vî awayî namzetbûna Guneş teqez bû. Ligel vê geşedanê bayê ku li bajêr tê ber bi DEM Partiyê ve zêdetir bû. 
 
Me li ser Cadeya Cûmhûriyetê mîkrofon dirêjî welatiyan kir û têkildarî hilbijartinê em pê re axivîn. 
 
‘LI BAJÊR RAZEMENÎ NÎNE’ 
 
Alî Nûyan ê 64 salî ku karê sewalkariyê dike, bi lêv kir ku li bajêr razemeniyek nehatiye kirin û wiha got: “Gel perîşan e. Divê li bajêr razemenî, febrîqe û kargeh hebin. Nûyan, anî ziman ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bide DEM Partiyê û anî ziman ku namzetên DEM Partiyê tên hezkirin û bawer dike ku dê qezenc jî bikin.
 
‘GUNEŞ ZAROKEKÎ KEDKAR Ê VÎ BAJARÎ YE’ 
 
Mehmet Nûrî Yildirim ê îşportavaniyê dike, anî ziman ku karên wan nebaş e. Yildirim, anî ziman ku li Taxa Ozgur ku lê dijî rê û binesaziya wê nînin û got: “Taxa me hatiye ji bîr kirin.”
 
Yildirim, bi lêv kir ku kurd û azeriyên li bajêr dijîn jî pirsgirêkan dijîn û wiha axivî: “Ez ê dengê xwe bidim partiya xwe. 4-5 sal in hevşaredarê me di girtîgehê de ye. Ez ê biçim cem kê? Mehmet Nûrî Guneş hat, 9 salan di girtîgehê de ma. Ez ê dîsa dengê xwe bidim Guneş. Guneş, zarokekî kedkar ê vî bajarî ye. Pirsgirêkên me wî çareser kirin ew jî avêtin girtîgehê. Xwediyê Îdirê nîne, hatiye ji bîr kirin. Pirsgirêkên me pir in.”
 
QEYÛM ALÎKARÎ NEKIR
 
Maliyet Sariç (48) a dema dan û standin dikir em pê re axivîn jî da zanîn ku bi du zarokên xwe yên astengdar re dijî. Sariç a diyar kir ku azerî ye, bi lêv kir ku gel ji ber prisgirêkên aboriyê gelek zehmetiyan dikişîne. Sariç, bi lêv kir ku ji bo alîkariyê çû şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin lê piştgirî nedanê û anî ziman ku namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guneş û Kûm nas dike û ji wan hez dike. Sariç, bi lêv kir ku dema Guneş û Kûm qezenc kir dê dîsa biçe şaredariyê daxwazên xwe ji wan re bêje. 
 
‘AZERÎ JÎ DÊ DENG BIDIN’  
 
Welatiyê azerî Îmam Karagoz (38) ê dikana wî ya qeşaşîrê heye, diyar kir ku bi qeyûm re pirsgirêkên bajarî zêde bûne û wiha got: “Ji bo min edalet girîng e. AKP, MHP û HDP ne girîng e. Ez azerî me, divê li vî welatî cihekariya kurd û tirkan nebe. Kîjan namzet wekhevîxwaz û edaletxwaz bin ez ê dengê xwe bidim wî. Qasî ku Guneş nas dikim mirovekî biedalet e. Gelek azeriyên ku dengê xwe bidin wî hene. Ez jî ji wî hez dikim.”
 
Welatiyeke din Sevîn Yayva, bi lêv kir ku li bajêr xizmeta kar û tenduristiyê nîne û anî ziman ku qeyûmê hatiye tayînkirin xizmet nekir û berovajiyê wê heqaret li wan kiriye. Yayva di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Partiya min her tim diyar e. Partiya min partiya ku kurd dengê xwe didinê ye. Mafê me diparêze.”
 
Zeynep Kaya jî daxwaza xizmetê kir û diyar kir ku qeyûm xizmet nekiriye. Kaya, da zanîn ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê. Etar Metîn Bûlût ê şînkahiyê difiroşe jî wiha got: “Îdir miriye bi kesê re pere nîne. Dewlet xwedî dernakeve. Tayîp Erdogan herkes qir kiriye. Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. Li vir herkes ji DEM Partiyê hez dike û em difikirin ku dê serbikeve. Em ji Mehmet Nûrî hez dikin.”
 
Emîne Çelîk a bêkar e, anî ziman ku hevjînê wê jî naxebite. Çelîk, pîvaza li cem etar nîşan da û wiha got: “Pîvaz 20 lîre ye. Ma ev heq e? Êdî bes e. Bila Tayîp welatî berde û biçe. Her tişt ji ber wî wisa ye. Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê.”
 
‘GEL DENGÊ XWE NADE DIZAN’ 
 
Erkan Argiş, anî ziman ku sebze û fêkî difiroşe û biha gelek zêde ne. Argiş, anî ziman ku ji bilî partiyên ji kevneşopiya DEM Partiyê tên tu partiyên din ji wan re xizmet nekirine û wiha got: “Gelê Îdirê dengê xwe nade dizan. DEM Partî xweş û bedew e. Azeriyek nikare bêje ‘DEM Partiyê ji me re xizmet nekir’. Ji ber ku ji herkesê re xizmet kir.” 
 
‘AZERÎ JI NAMZETÊN DEMÊ HEZ DIKIN’  
 
Welatiyekî din ê azerî Asker Karasû (61) anî ziman ku naxwaze têkildarî qeyûm de fikrên xwe bêje û got: “Herkes dibîne û dizane ka çi çiye.” Karasû, got ku herkes namzetê DEM Partiyê nas dike û azerî jî jê hez dikin. Karasû ji pirsa me ya namzetên DEM Partiyê dê serbikevin an na re, ev bersiv da: “Îşelah qezenc bike. Ew zilam baş e û mirovekî bi edalet e. Ez bawer dikim ku dê xizmetê bike. Lê divê dewlet destûrê bide heke nikare bike.”
 
22 SALAN DENG DA AKP’Ê: ÊDÎ DENG NÎNE 
 
Kiyas Kizildag ê teqawît e û 80 salî ye jî wiha got: “Min 22 salan deng da partiya Erdogan lê ez ê jina û şunda dengê xwe nedimê. Ez namzetê DEM’ê Guneş baş nas dikim. Karkeran nedikarî pereyê xwe bigirin, dema ew hat pereyê hemû karkeran danê. Ez ê dengê xwe bidim wî.”
 
‘EZ Ê WEKE TIRKEKÊ DENGÊ XWE BIDIM KIŞANAKÊ’  
 
Welatiyekî din Mehmet Salîm bi lêv kir ku DEM Partî bi edalet tevdigere û anî ziman ku dê tercîha xwe di vî alî de bikarbîne. Bîlal Çakmak ê karê etariyê dike û bajêr bi bajêr digere, bal kişand polîtîkayên neolîberal ên AKP’ê û got dengê xwe nade AKP’ê. Çakmak, bi lêv kir ku aramî, aştî û xwişk û biratî nemaye û dengê wî li Enqereyê ye û bi lêv kir ku dê dengê xwe bide Gultan Kişanakê. Çakmak, destnîşan kir ku dê cara ewil dengê xwe bide DEM Partiyê. 
 
Kerîman Parîm jî diyar kir ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê û wiha axivî: “Ez dengê xwe nadim AKP’ê. Çi karê min bi Erdogan re heye, ez kurd im.”
 
‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE’  
 
Tûran Kaya jî da zanîn ku gelê kurd di bin zilmê de ye ji ber vê yekê di her hilbijartinê de dengê xwe dide DEM Partiyê û got: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Bombeyan li ser kurdan dibarînin. Aqlê xwe bînin serê xwe dengê xwe bidin vîna xwe. Dengê xwe nedin kesên bombeyan diavêje we.” 
 
Welatiyê azerî yê teqawîd Velî Gurel ê anî ziman ku dê dengê xwe bide DEM Partiyê, diyar kir ku qeyûm diziye dike û wiha axivî: “Dê ji vir birevin birevin. Qase vala kirine.”
 
‘BI KEVÇÎ DAN BI HESKÛ WERGIRTIN’ 
 
Welatiya azerî Sadet Taş jî bal kişand ser krîza aboriyê û wiha got: “Dewletê çi daye min? Bi kevçî da bi heskû ji min wergirt.” Taş, bi lêv kir ku namzetên DEM Partiyê nas dike û dengê xwe bide wan.  
 
Yildiz Demîrel a bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm da, poşete fêkî û sebze yê di destê xwe de nîşan da û anî ziman u weke berê dan û standinê nikarin bikin. Demîrel a bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê dan, wiha got: “Ez kurd im, ez ê dengê xwe bidim xwe.”
 
MA / Mehmet Aslan