Kurkçu yê HDP’î: Hûn bêminet in, dakevin qadê

img
STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, diyar  kir ku AKP’ê bi biryara hilbijartina zordest re dest bi şerekê bêmaf kiriye û got: “Hûn bê minetin va ye qad li ber we ye.” Parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş jî got ku tirsa wan mezin bûye.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Erdal Ataş û parlamentere Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, biryara îtîfaqa AKP-MHP’ê ya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de pêk bê, nirxandin. 
 
Parlamenter Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku biryara hilbijartina zordest a di 24’ê Hêzîranê de xwe ferz kirine û wiha axivî: “Em vê red dikin. Lê diheman demê de ev ji bo me fersendek mezine. Ji ber vê daketina qadê em qebûl dikin. Ev şerê du aliyane. Lê dinavbera her tu aliyan de ferqek mezin heye. Aliyek li ser piyekê hiştin û her du destên wê ji paşve girê dane, lê nûnertiya pêşerojek pir bi hêz dike. Aliyê din ê çek desta heyî jî ber bi rizandinê ve diçe. Ji ber vê ev têkoşîn tê qebûl kirin û HDP ji ber vê dadikeve qadê û dibê hûn bê minetin ve ya   qad li ber we ye.”
 
‘QANÛNA HILBIJARTINÊ BI DEK Û DOLABAN TIJEYE’
 
Kurkuçer, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di OHAL’ê de diçin hilbijartinê. Qanûna hilbijartinê bi dek û dolaban tijeye. Ji ber ku gel li hemberî wan bi helweste nikarin vê yekê jî bikin. Emê bi xwe ewlekariya hilbijartinê bi parastina çewherî bikin. Mirov li hemberî îtîfaqa AKP û MHP’ê bi  hêrsin û fikara dê cardin mafê wan ji wan bê standin dîjin. Lê divê em piştevanî û têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev hilbijartin ji bo Erdogan parastina herî dawîne. Heya jê were dê bêhiqûqû û bêedaletiyê bike. Lê emê ligel wan di  sindoqande tengav bikin.”
 
‘BIRYARA HILBIJARTINA TIRSÊ YE’
 
Palamenterê HDP’a Stenbolê Erdanl Ataş jî, diyar kir ku diçe desthilatdarî wiha da dike û wiha  axivî: “Di warê siyasî û aborî de AKP winda dike. Ji ber vê ketiye panîkek mezin. Desthilatdariyê xwest mûxalifetê bê amadekar gire. Ji xwê AKP nikare welat birêve bibe. Êdî bi faşîzm û şer hewl didin xwe li ser piyan bigire. Lê cardin hêza xwe winda dike û ji necarî biryara hilbijartina zordest girt. Êdî baweriya Kurdan, Elewiyan û hêzên demokratîk bi desthilatdariyê neyê. Gelên vî welatî êdî rêveberiya adîlane û demokratîk dixwaze. Emê di vê hilbijartinê hem faşîzmê têk bibin û hemû jî îtîfaka AKP û MHP’ê. Di hilbijartinê de encam çi dibe bila bibe, dê têkoşîna me berdewam bike.”
 
‘DIVÊ  EM DENGAN BAŞ BIPARÊZIN’
 
Ataş, da zanîn ku dê di hilbijartinê de hîle bên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel û civak êdî zane bûye. Li dijî hêliyên hilbijarinê ji sedî 60 beşên cûda hene. Li ser vê yekê divê em dengan baş biparêzin. Di vî warî de divê gel tim bi fikar be û li gorî vê fikarê tevbigere. Ger em xwedî dengên xwe derbikevin, dê serkeftin jî pêkan be.”