15 wekilên CHP’ê tev li Partiya îYî bûn

img
ENQERE - 15 wekilên CHP'ê tev li partiya ÎYÎ bûn. 
 
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan û Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, Navenda Giştî ya ÎYÎ partî ziyaret kir. Di civînê de ji CHP 15 wekîlan îstîfa kir û derbasî Partiya ÎYÎ bûn. Pişti civînê lîsteya wekilên tev li ÎYİ bibin aşkere kirin. Li gorî lîsteyê Burcu Koksal, Mustafa Tuncer, Nîhat Yeşîl, Huseyin Yildiz, Ahmet Akin, Mehmet Goker, Nurhayat Altaca Kayişoglu, Erkan Aydın, Tufan Kose, Okan Gaytancioglu, Tacettin Bayur, Çetin Arık, Fatma Kaplan Hurriyet, Omer Fethi Gurer û Unal Demirtaş îstîfa kirin û dê tev li Partiya ÎYÎ bibin.