ENQERE - Siyasetzan Eren Aksoyoglû bal kişand ser guherîna hevsengiyên siyasî yên li Tirkiyeyê yên di nava hefteyekê de û wiha got: “Di nava hefteyekê de hinek helwestên siyasî yên AKP û CHP’ê tam berevajî hev bûn.”
Di hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê de ji namzetan tu kes bi ser neket û hilbijartin ma bo tûra duyemîn. Vê yekê jî ji siyasetê heta aboriyê di gelek mijaran de bi xwe re nediyariyek anî. AKP dema nû derketî ser dika siyasetê anku di 2002’yan de rêjeya dengên wê ji sedî 34,43 bû. Di sala 2007’an de dengên wê derket ji sedî 46,58, di hilbijartinên giştî yên sala 2011’an de jî derket ji sedî 49,83’yan. Piştî ku di sala 2015’an de dev ji polîtîkaya aştiyane ya di pirsgirêka kurd de terikandî jî rêjeya dengên wê her ku çû ket. Di hilbijartinên sala 2015’an de dengên wê daket ji sedî 40,87’an, di sala 2018’an de bû ji sedî 42,56. Rêjeya dengên AKP’ê di sala 2023’yan de jî daket ji sedî 35,61’ê. Di heman demê de rêjeya dengên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî ket. Di sala 2018’an de dengên wî ji sedî 52,54 bû lê di hilbijartina dawî de daket ji sedî 49,52’yan.
‘EV DEMEKÎ DIRÊJ E ÎKTÎDARA ERDOGAN PAŞ DIKEVE’
Siyasetzan Eren Aksoyoglû têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê axivî. Aksoyoglû got ku îktîdara Erdogan ev demekî dirêje paş dikeve û wiha dom kir: “Divê em sedemên vê paşketinê binêrin. Di nava van 21 salan de ne bawerim tenê sê mijar hebin ku Erdogan gotibe min xeletî kiriye û di vê mijarê de qaneh bibe. Ji ber ku ji bo guherandina pergalê rêyên pir tevlihev ceribandine. Weke mînak, heke bi nirxên avaker ên Tirkiyeyê re şer nekira, heke pergala perwerdeya neteweyî neguheranda û pergala serokatiyê neaniya, îxtîmaleke mezine ku dê pêşengtiyeke ku bi tu awayî li ser sindoqê nehate têkbirin ava bikira. Lê tevî vê jî tu carî di mijara pêkanîna projeya xwe de dudil tevnegeriya. Lewma Tirkiye bi lez û bez paş ket. Lê mirov nikare bibêje projeya îktîdarê paş ket. Belkî di vê mijarê de mirov ji hêla MHP’ê lê binêre. Di hilbijartina parlamenteriyê de MHP’ê şorbeya xwe ji çavkaniya li bendê bû vexwar. Di civaka me ya dutax de civakek her ku diçe ji hev belav dibe û ulkucu di asteke krîtîk de ne. Lê divê mirov bibîne bê ka cudabûna di navbera wan de li gorî çi dibe. Heke ulkucu bibin yek dibe ku mohra xwe li demê bidin. Îxtîmaleke mezin ev yek dê piştî Erdogan bibe.”
‘TÊKBIRINA ERDOGAN TIŞTEKÎ JIYANÎ YE’
Aksoyoglû destnîşan kir ku çanda siyasî ya tirk ku zextê li dînamîka guherînê dike û pergala 21 salaye li ser vê têdomandin di hilbijartinê de bi ser ketiye û ev tişt anî ziman: “Heke ev îktîdar di tûra duyemîn de bê hilweşandin jî dê pratîkên wê yên siyasî yên tehekûm kirin di demekî kin de nehilweşin. Li gorî min heke Erdogan winda bike jî li navenda çanda me ya siyasî bi cih bûye. Tirkiyeyê di nava hefteyekê de hevsengiya xwe ya siyasî winda kir. Ev pergal ber bi rastê ve diçe û dibe ku pratîkên ku kadroyên CHP’ê tavilê berbelav dike jî bi xwe re bîne. Li gorî min têkbirina Erdogan tiştekî jiyanî ye lê ez baş piştrast nînim bê ka bi rêyên cuda pêkane yan na. Di serdemekê de li Tirkiyeyê AKP’ê argumanên li ser bingeha niştimaniyê û CHP’ê jî yên azadîxwaz diparast. Lê em dibînin ku ev nêzikatî di nava hefteyekê de tam berevajî bûne. Kiliçdaroglû ev pozîsyon xist rîskê û hewl dide bi dijberiya penaberan bi sînor bike. Li gorî agahiyan, wezîrtiya koçberiyê pêşniyarî Sînan Ogan kirine. Lê li gorî min Ogan bi vê qaneh nabe. Anku şirîkatiya Ozdag-Ogan dê gelek tawîzan ji CHP’ê bistînin ku pozîsyona siyasî ya partiya sosyal demokrat paş bixin. Akşener dema dîsa li maseyê vegeriyayî ev yek kiribû. Niha jî tu astengî li pêşiya Ozdag-Ogan nînin. Lewma jî em dikarin bibêjin ku siyaset ber bi rastgiriyê ve diçe.”
MA / Yusra Batihan