Aydenîz: Divê em komara demokratîk ava bikin

img
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di xebatên hilbijartinê yên Mêrdînê de bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Em dibêjin ku divê komara demokratîk, neteweya demokratîk were avakirin.” 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê bi nûnerên çapemeniya herêmî û neteweyî re civiyan. Di hevdîtinê de taştê hate dayîn. Hevdîtin li eywaneke li navçeya Artukluyê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz axivî. 
 
‘DIVÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN’
 
Aydenîz, diyar kir ku weke Partiya Çepên Kesk ji bo avakirina komara demokratîk ketine rê û wiha got: “Dewleta Komara Tirkiyeyê dikeve sedsala duyemîn. Me di nava vê sedsalê de dît bê ka zîhniyeta netewe dewletê gelan çawa ji hev dabeş dike, cihêkariyê dike, tune dihesibîne û çawa daraz û hemû hêzên din di destê yekkesî de kom dike. Lewma em dibêjin ku divê komara demokratîk, neteweya demokratîk were avakirin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê dê di navbera kesên hewl didin faşîzmê sazûman  bikin û kesên hewl didin demokrasiyê ava bikin de derbas bibe. Bi taybet jî ji bo li Mêrdînê, li Kurdistanê û Tirkiyeyê demokrasî were avakirin, ji bo bidawîkirina cihêkarî û dabeşkirina civakê, ji bo ku gelên Tirkiyeyê di nava aştiyê de bijîn, divê Partiya Çepên Kesk bi hêzeke xurt bikeve meclisê.” 
 
Bi domdarî Aydenîz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre jî pirsgirêka jinan tê. Lê çavkaniya van pirsgirêkan kurd an jî jin nînin, sedema wê demokratîknebûna welêt e. Lewma jî xala ku divê em tevek jî ser bisekinin, demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Bingeha têkoşîna me jî ev e.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGRIRÊKA KURD
 
Aydenîz, piştre jî bersiva pirsên rojnamegeran da. Aydenîz, bersiva pirseke têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd da û bal kişand ser polîtîkayên ewlekariyê. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoya 100 salan de her tim polîtîkaya ewlekariyê meşandin û di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de ziman û çanda gelekî tune hate hesibandin û li dijî têkoşîna wan a hebûnê şerekî topyekûn ê tunekirinê meşandin. Divê êdî muxalefetê ji tecrûbeyên heta niha hinek tişt fêm kiribin. Ji sala 2015’an heta niha tên jiyîn û bi taybet jî ji roja girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan heta niha krîzên aborî, siyasî û civakî derketin lûtkeyê. Dema em mijarê bi vî rengî dinirxînin, wê demê dibînin bê ka divê çima ev pirsgirêk were çareserkirin. Erê raste divê ev pirsgirêk li meclisê were çareserkirin û ji destpêkê ve em jî wisa dibêjin. Weke Partiya Çepên Kesk em jî ji bo pêkanîna vê têdikoşin.” 
 
EWLEHIYA SINDOQAN
 
Li ser pirseke têkildarî ewlehiya hilbijartinê jî namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş bersiv da û got ku wan li Mêrdîn û bajarên din ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên girîng kirine. Ji namzetan Kamûran Tanhan jî bi lêv kir ku ewlehiya hilbijartinê tenê bi peywirdarên ser sindoqan pêkan nîne û ev tişt anî ziman: “Mafê gel heye ku ji bo ewlehiya hilbijartinan li ser sindoqan bisekinin. Heke kesek ji me li ser sindoqan nebe, ev nayê wê wateyê ku ew sindoq vala ne.”