RIHA - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê bi têkoşîna xwe ya edaletê bû sembol, diyar kir ku wê li Meclisê bibe dengê milyonên ku rastî bêedaletiyê hatin û derbarê namzetê AKP’ê Bekîr Bozdag de wiha got: “Têkoşîna me veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re.”
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê ku wê Serokkomar û parlamenterên serdema 28’emîn bên diyarkirin de li Rihaya ku wê 14 parlamenter bên hilbijartin milyonek û 93 hezar û 782 hilbijêr hene. Partiya Çepên Kesk a di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê bikeve hilbijartinê bi namzetên xwe yên nîşandan armanc dike ku li Rihayê bibe partiya yekemîn. Ferît Şenyaşar ê bi têkoşîna xwe ya edaletê ya bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê tê nasîn di nav namzetên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê de ye. Ferît Şenyaşar pêvajoya xwe ya ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk namzetbûnê, armanc û têkoşîna xwe vegot.
‘JIYANA ME SER Û BIN BÛ’
Şenyaşar ê li navçeya Pirsûs a Rihayê di sala 1983’yan de ji dayik bû lawê malbateke ku 7 zarokên wê hene ye. Şenyaşar diyar kir ku wî tenê ji malbatê zanîngeh xwendiye û anî ziman ku piştî Fakulteya Îktîsatê ya Zanîngeha Înonuyê xelas kir, li Pirsûsê 8 salan mamostetiya biheq kir. Şenyaşar, da zanîn ku beriya ku malbata wî bê qetilkirin jiyaneke wan a dilnizm hebû û piştî komkujiyê her tişt da aliyekî û dest bi têkoşîna edaletê kir.
Şenyaşar, bi lêv kir ku piştî ku parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parazvanên wî di sala 2018’an de ketin dikana wan jiyana wan ser û bin bû û wiha got: “Ewilî li kargeha me êriş çêbû. Dû re êrişên xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê domandin û ji malbata me 3 kes qetilkirin. Dîmenên komkujiya li dijî malbata me hene. Tevî ku birayê min li kargeha me xwe parast hate girtin lê li aliyê din têkildarî kesên 3 ferdên malbata me qetilkirin de tiştek nehate kirin.”
‘ME DEST BI TÊKOŞÎNA EDALETÊ KIR’
Şenyaşar, da zanîn ku beriya komkujiya li dijî malbata wan jî gelek komkujî çêbûn, ev dişopandin û wiha berdewam kir: “Dema ev bûyer bi serê me hat me nedikarî li mala xwe rûnin û li dijî vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bisekinin. Ji ber vê ewilî ji bo hiqûq bê bi cih anîn em bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re axivîn. Daxwaza me ya hevdîtinê bi dehan caran hate redkirin lê di encama helwesta me ya bi israr de me karî hevdîtinê pêk bînin. Di hevdîtinê de dozger bi awayekî vekirî got ‘aliyê dozê yê siyasî heye, gelek bi ser me de neyên, em nikarin tiştekî bikin, dema demê wê hat em ê tiştekî bikin’ û zexta siyasî ya li ser wan îtîraf kir. Me dest ji vî karî berneda. Herî dawî me dest bi têkoşîna xwe ya edaletê ya demdirêj kir.”
‘DESTHILAT ALÎGIRÊN XWE DIPARÊZE’
Şenyaşar, da zanîn ku beriya li ber Edliyeya Rihayê dest bi têkoşîna edaletê bikin çûne Enqereyê û 12 rojan bi saziyên têkildar re hewl dane hevdîtinê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê deriyê van saziyan ji me re nehate vekirin. Em jî weke çareya dawî hatin ber Edliyeya Rihayê û xwest bi serdozger re hevdîtinê bikin. Piştî ku ev daxwaza me jî nehate qebûlkirin me dest bi ‘Nobeta Edaletê’ kir. Bi vê komkujiyê re em bi malbatên din ên li Tirkiyeyê rastî bêedaletiyê hatin re jî hevdîtin kirin. Xala hevpar a hemû malbatan kesên komkujî pêk anîne nêzîkî partiya desthilatê ne. Ji ber kesên komkujî pêk anîne nêzî desthilatê ne desthilata heyî wan diparêze. Nêzîkatiya desthilatê jî daraz û miduriyeta polîsan bê bandor dihêle. Daraz û miduriyeta polîsan peywîra xwe bi awayekî serbixwe pêk naîne. Dozger îtiraf dikin ku ditirsin. Dibêjin ‘heke em derbarê faîlan de lêpirsînekê bidin dest pê kirin an em ê bên sirgunkirin an jî peywîra me wê ji destê me bê girtin’. Herkes di ferqa vê gefa psîkolojîk de ye. Ji ber wê yekê di dozên komkujiyan de hiqûq bi cih nayê. Yê komkujiya me kir parlamentereke lê feraseteke ku vî parlamenterî diparêze heye li Tirkiyeyê. Ev feraset bi piştgiriya desthilatê tê parastin. Desthilat ji bo hêza xwe biparêze tevî hemû bêhiqûqiyan jî kesên bi wan re tevdigerin diparêze.”
‘EM Ê TENÊ NEBIN DENGÊ ŞENYAŞAR EM Ê BIBIN DENGÊ MILYONAN’
Şenyaşar, destnîşan kir ku dema dest bi têkoşînê kirin du daxwazên wan hebûn yek ji van bihîstina dengê wan ya din jî tişta ku dikeve berê darazê pêk bîne bû û wiha pê de çû: “Dema Nobeta xwe ya Edaletê de em gihiştin armanca xwe ya ewil. Me dengê xwe ji hemû Tirkiyeyê û cîhanê re ragihand. Her kesên hestiyar xwedî li têkoşîna me derket. Lê di mijara bi cih anîne hiqûqê me çi jî kiribe bi tu awayî pêk nehat. Me têkoşîna xwe ya edaletê heta astekê anî. Ji bo ku mezintir bikin û bikin ku bileztir û bibandortir têkoşîna xwe pêk bînin em dibin Meclisê. Em ê weke dengê bi milyonên ku rastî bêedaletiyê hatine têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku têkoşîna xwe mezin bikin û bibin dengê herkesên weke me mexdûr bûne me pêdivî dît ku em têkoşîna xwe veguhêzin Meclisê. Dema em çûn Meclisê rojeva me ya bingehîn dê bibe têkoşîna edaletê. Em ê tenê nebin dengê malbata Şenyaşar. Em ê bibin dengê kesên zilm lê hatine kirin û rastî bêedaletiyê hatine. Ji bo ku bêedaletiya heyî ji holê rabe em ê têkoşîneke bi rêxistinkirî bimeşînin.”
‘GELÊ RIHAYÊ WÊ BIBE BERSIV’
Şenyaşar ê namzetiya parlamenteriya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ê ji lîsteyên AKP’ê li Rihayê hate nîşandan nirxand, wiha got: “Li her derê Tirkiyeyê gelek bêedaletî heye. Yek ji van bêedaletiyan jî li ber Edliyeya Rihayê ye. Berpirsyarê herî mezin ê bêedaletiyan jî Wezîrê Dadê ye. Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ev bêedaletî nedîtin tê li Rihayê dibe namzetê parlamenteriyê. Ev jî nîşanî me dide ku heke ew bên hilbijartin wê ev bêedaletî mezintir bibin û bidomin. Gelê Rihayê van hemûyan dibîne û dişopîne. Têkoşîna me ya niha veguherî têkoşîna Hz. Îbrahîm a bi Nemrûd re. Yê Nemrûd temsîl dike Wezîrê Dadê ye. Em bawer dikin ku gelê Rihayê wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide partiya desthilatê ku bûye sedemê evqas bêedaletiyan û van bêedaletiyan paşguh dike.”
MA / Omer Akin