ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê diyar kir ku serlêdana Dadgeha Bilind a bo AYM’ê destwerdaneke yekser a li siyasetê ye û jê xwest ku bêyî lêkolîn bike vê daxwaze red bike.
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî doza girtina partiyê, serî li Dadgeha Makeqanûnê da. HDP’ê xwest ku doz taloqî piştî hilbijrtinê bê kirin û têkildarî serlêdanê li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist.
DESTWERDANA SIYASÎ YA LI DOZA GIRTINÊ
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî serlêdana Dadgeha Bilind a ji bo bloqekirina hesabên HDP’ê axivî û wiha got: “Ji bo vê serlêdanê hêjta bo me teblîgatek neşandine. Me yekser serî li AYM’ê da. Ev daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li dijî qanûnên damezirandina AYM’ê û qanûnên cezayê ne. Ev daxwaz, destwerdaneke yekser a li siyasetê ye. Ji bo hilbijartinên asayî demekî ji 6 mehan kêmtir ma ye. Heta qala hilbijartineke pêşwext tê kirin. Şirîkê biçûk ê îktîdarê îro jî di vê çarçoveyê de daxuyanî dan. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind jî bi vê yekê dest li hilbijartinê wer da û hewl da rê li ber pêşbirka hilbijartinê ya adilane bigire. Ev daxwaz li ser banga şirîkê biçûk ê îktîdarê pêk hat. Ev daxwaz, tê wateya sepanên antîdemokratîk û tu bingeheke wê ya hiqûqî nîne.”
‘DIVÊ DAXWAZ HÊJ NEHATIYE LÊKOLÎNKIRIN WERE REDKIRIN’
Bi domdarî Tiryakî wiha qala serlêdanê kir: “Me di danê sibehê de bi awayekî fermî serî li AYM’ê da û daxwazên xwe ragihand. Jixwe vekirina vê dozê desrwerdaneke li demokrasiyê ye ku li Tirkiyeyê pir bisînor e. Bloqekirina hesabên HDP’ê û birîna alîkariyên xizîneyê destwerdaneke yekser e. Hêvîdarim ku AYM bêyî lêkolînê bike vê daxwazê red bike. Nexwe tê wateya destwerdana AYM’ê ya li hilbijartinan.”
‘HDP BI KEDA GEL HATIYE DAMEZIRANDIN’
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdagan jî got ku dema doza girtinê didome de nabe ku hesabên partiyê bên bloqekirin û wiha pê de çû: “Vê daxwaza Serdozgerê komarê yê Dadgeha Bilind careke din nîşan da ku dozeke siyasî ye. Îktîdar dixwaze pêvajoyeke hilbijartinê ya ku HDP ne di nav de çêbibe. Dixwaze vê jî bi destê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bike. Me her tim got ku divê daraz nebe amûra siyasetê. Doza girtinê veguhertine amûra serkeftina di hilbijartinê de. Haya serdozger jî ji 69/7 a Makeqanûnê heye û dizane ku di rewşeke wiha de nabe ku hesab bên bloqekirin. Lê tevî ku bi vê dizane jî li ser daxwaza siyasetmedaran tiştekî wiha dike. Em bi serdozgerekê ku ne bi pêvajoya hiqûqî lê siyasetê esas digire re rû bi rû ne. Bêguman HDP ku xwedî kevneşopiyeke siyasî ya xurt e bi alîkariya xizîneyê nehat damezirandin. Bi ked û têkoşîna gel hatiye damezirandin. Alîkariya xizîneyê jî mafeke rewa ye ku berhema keda wan e. Dê encamek ji polîtîkaya wan a gefxwarinê dernekeve. Bêguman dê HDP û siyaseta HDP’ê bidome.”
‘TU ALIYEKÊ HIQÛQÎ YA VÊ DAXWAZÊ NÎNE’
Parêzer Ozgur Erol jî got ku ev du sal in di doza girtinê de li dijî HDP’ê kampanyayeke siyasî ya dijwar li dijî HDP’ê tê kirin û wiha derbirî: “Ev kampanya bi sedemên cuda hat meşandin. Hewldana bloqekirina hesabên HDP’ê, êdî lûtkeya vê kampanyayê ye. Tu aliyeke hiqûqî ya vê daxwazê n3ıne. Di îdianameya ewil a di adara 2021’an de ev daxwaz hat pêşkeşkirin lê îdianame hate redkirin. Di îdianameya hezîrana 2021’an de ev daxwaz dîsa hat kirin lê AYM’ê red kir. Di nava salek û nîvan de gelo rewşeke çawa çêbû ku serdozgeriyê daxwazeke wiha kir. Tekane rewşa nû, nêzbûna hilbijartinê ye. Me xwest ku ev daxwaza ku tu bingeha wê ya qanûnû û makeqanûnî nîne were redkirin. Dê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 10’ê çileyê de nêrînên xwe li AYM’ê bi devkî pêşkeş bike. Ev yek, yek ji qonaxên dawî ye. Piştre jî dê li ser navê HDP’ê nêrîn bên pêşkeşkirin. Lê beriya pêvajoyeke wiha, tavilê daxwazeke wiha hat kirin. Beriya ku ev rewş zelal bibe, an divê yekser vê daxwazê red bikin an jî nêrîn û parastina HDP’ê bigirin. Heta ku ev pêvajo temam nebin jî nikarin serdozger guhdarî bikin. Heke têkildarî vê rewşê biryara lêkolînkirinê bê dayîn jî divê prosedûra mutalaaya devkî were taloqkirin. Di daxwaznameya me de jî ev daxwaz hene. Em dixwazin ku ev daxwaza ku ne li gorî nirxên demokrasiyê yekser ji hêla AYM’ê ve were redkirin.”