Pirsa çekên kîmyewî: Ji bo şandeyên serbixwe çima derfet nayên çêkirin?

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun gotina Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ku digot; “şande çûye” bi bîr xist û wiha got: “Hûn çima ji bo çûyîna şandeyên serbixwe derfetan çênakin?” 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkun, di hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan ku li Lijneya Giştî ya Meclisê tên dîtin de axivî. Li lijneyê îro li ser budçeya Serokkomariyê hevdîtin hatin kirin. Coşkun, di axaftina xwe de li ser êrişên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) sekinî. 
 
XEBATÊN MÎT’Ê 
 
Şevîn Coşkun diyar kir ku bi Pergala Hikûmeta Serokkomariyê re gelek sazî raste rast girêdayî Qesrê hatine kirin û wiha got: “Burokrasî êdî daxwazên îktîdarê weke karê xwe yê ewil dibîne. Yek ji van saziyan jî MÎT e. Di rewşeke wiha de jî yek ji xebatên MÎT’ê jî bûye derdorên ku îktîdar weke hedef nîşan dide. Dema mijar dibe kurd û muxalîf, mirov ê rastiyê baştir dibîne. Weke mînak; hevala me ya Denîz Poyraz li avahiya me ya HDP’a Îzmîrê ji hêla Onur Gencer ve hate qetilkirin. Dema vî kujerî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî tişt parve dikirin û bi rojan li avahiya partiya me keşf dikir, baş e MÎT’ê çi dikir? Dema yên behsa xeberê dibin kurd, MÎT her wiha karên revandin û ferzkirina sîxûrtiyê dike. Kesên ku xwe weke endamên MÎT’ê nîşan didin, xebatkarên partiya me direvînin û sîxûrtiyê lê ferz dikin.” 
 
GULISTAN DOKU 
 
Bi domdarî Coşkun daneyên ÎHD’ê yên têkildarî revandin, sîxûrtî û gefan ên ku MÎT dike parve kir û wiha domand: “Di 11 mehên ewil ên sala 2021’an de herî kêm 144 kes hatin revandin, zexta sîxûriyê lê hat kirin û gef lê hatin xwarin. Di 3 mehên ewil ên sala 2022’yan de li Êlihê 6 kesan serî li ÎHD’ê dan. Heta duh jî xwendekarên Zanîngeha Munzurê daxuyanî dan. Her wiha xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ev 1074 roj in li Dêrsimê winda ye. MÎT a ku heta bi hejmara pêlava her kesî dizane, çawa derheqê Doku de xwedî agahî nîne?” 
 
MEHMET ZEKÎ ÇELEBΠ
 
Di berdewamê de Coşkun bal kişand ser sûîqestên ku li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî kurdan tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mehmet Zekî Çelebî ji ber xebatên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê ceza lê hatibû birîn û li Silêmaniyeyê li sirgûnê dijiya. Zewicî bû û du zarokên wî hebûn. Di 17’ê gulana 2022’yan de li pêşiya restoruranta xwe hate qetilkirin. Di qeydên deng ên piştî mirina Çelebî hatin weşandin de kesên xwe weke endamên MÎT’ê didin naskirin jê re dibêjin ku heke agahiyan bide dê dosyaya wî were xerakirin, kar û barên li konsolosxaneyê demildest bên çêkirin. Zekî Çelebî jî bi israr dibêje ku tu agahî di destê wî de nînin û daxwazê red dike. Ev yek jî nîşan dide ku gelek dosyayên naveroka wan vala dema mijar dibe kurd li dijî wan weke şantajekê tên bikaranîn. 
 
Her wiha edîtora Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û nivîskar Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li pêşiya mala xwe bi 11 guleyan hat qetilkirin. Li ser çapemeniyê hat parvekirin ku kujer, 4 meh beriya cînayetê ji Enqereyê çûye Silêmaniyeyê. Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê Alî Riza Guney got ku hemû derdorên têkiliya xwe bi rêxistinê re hene di hedefa wan de ne û bi vê yekê re xwedî li cînayetê derketiye. Li vî welatî her kesê ji îktîdarê cuda difikire, bi rêxistinê ve girê didin. Her wiha malbatên gelek kesên li Başûr dijîn dibêjin ku endamên MÎT’ê li wan digerin û gefan li wan dixwin û sîxûrtiyê lê ferz dikin. Gelo hûn derheqê van gef û şantajên li ser navê MÎT’ê tên kirin çawa difikirin?”
 
RAPORA KU AKAR QALA WÊ DIKIR!
 
Coşkun, piştre jî qala dîmenên ku HPG’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk li dijî herêmên Herêma Federe ya Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Piştî parvekirina van dîmenan, mirova zanistê mamoste Şebnem xwest ku şandeyeke serbixwe lêkolînê bike. Lê bi lez û bez hate girtin. Gelo ev tirsa çi ye? Lê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar di 9’ê kanûnê de gotibû ku şandeyek çûye herêmê û di 24’ê mijdarê de lêkolîn kiriye û rapora lêkolînê li ber destê wan e. Madem ku dê şande biçûya, wê demê mamoste Şebnem çima hate girtin? Çima şert û merc nayên çêkirin ku şandeyên serbixwe biçin lêkolînan bikin? Gelo dê naveroka rapora ku wezîr qala wê dike dê kengî bi raya giştî re were parvekirin?” 
 
‘ÇARESERÎ BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Coşkun, destnîşan kir ku peywira MÎT’ê ew e ku li ser bingeha hiqûq, demokrasî û exlaqê berjewendiyên her kesî biparêze û axaftina xwe wiha qedand: “Li şûna şerê ku îktîdar di bin navê ewlehiyê de dimeşîne û budçeyeke mezin bo vediqetîne, çareseriyeke din a bi kêrî gelan tê heye. Ev yek jî muzakereyên bi birêz Ocalan re ne ku digot; ‘ez dikarim di nava hefteyekê de pevçûnan bi dawî bikim.’ Çareserî, bidawîkirina tecrîda girankirî ye. Çareserî ew e ku rê bê dayîn parêzer, malbat û derdorên dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Di rewşeke wiha de dê gelên Tirkiyeyê bi ser kevin. Divê tecrîd teqez bi dawî bibe.”