ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê HDP’ê Ridvan Turan diyar kir ku budçeya Tirkiyeyê budçeya şer e û wiha got: “Bac ji gel tên komkirin û li dewlemandan tên belavkirin. Budçeya welêt, ji bo kirîna tank, top û çekan tê bikaranîn.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Aborî û Çandiniyê Berpirsyar ê HDP’ê Ridvan Turan têkildarî hevdîtinên budçeyê û geşedanên di aboriyê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Turan, bal kişand ser hevdîtinên Pêşnûmeqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan û wiha got: “Di nava 26 rojan de me li Komîsyona Bûdçeyê gelek dem derbas kir lê tiştekî herî biçûk ê budçeyê jî neguherî. Ez ê hewl bidim rontgenê budçeyê ji hêla çînîtiyê ve bikişînim. Mafê budçeyê di heman demê de mafê aştiyê ye. Dispêrin Magna Carta ya di sala 1215’an de. Ji bo venihêrîna bacên gel ên ji bo lêçûnên şer tên bikaranîn, weke mafê aştiyê derketiye holê. Lê em dibînin ku Tirkiye ji hêla çînan ve li paşiya Magna Carta’yê jî ma ye.”
‘EV BUDÇE BUDÇEYA ŞER E’
Turan, wiha domand: “Manga Cartayê îradeya hegemonan ji nîqaşê re vedikir û digot ku bila bi tena serê xwe biryarê nedin. Lê belê budçeya sedsalê ya Komara Tirkiyeyê li ser biryara hegemonekî anîn Lijneya Giştî. Budçeya li Qesrê hatiye nivîsandin, bêyî ku yek tiştekê wê were guherandin anîn Lijneya Giştî. Ev yek, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rewşeke pir xerab û pirsirêkeke mezin e. Fonksiyona Meclisê ji holê hatiye rakirin û heqaret lê hatiye kirin. Weke HDP’ê em dibêjin ku ev budçe, budçeya şer e. Divê em wisa bizanin ku ev budçe ji bo kirîna top, tifing û çekan e. Ji ber zexta ku li karker û kedkaran dike, di heman demê de budçeya şer a çînî ye.”
DI SALEKÊ DE JI SEDÎ 150 ZÊDE BÛ
Bi domdarî Turan da zanîn ku budçe 4,5 trîlyon TL ye û wiha pê de çû: “Ji vê budçeyê 3,8 trîlyon ji bacên gel pêk tê. Gelo ji xizan û dewlemandan bi heman şêweyî bac tê standin? Wisa nîne. Ji bo dahata budçeyê ya par 1,47 trîlyon hatine komkirin û dahata budçeyê îsal derket 3,8 trîlyonan. Anku ji sedî 150 zêde bûye. Qaşo dibêjin ya enflasyon ketiye bin ji sedî 85’an, dê ji sedî 150’an ve jî bacan kom bikin. Ji dahata 3,8 trîlyonan 2,7 trîlyon jê ji komên dahata wan kêm bi rêya bacên neyekser tê komkirin. Anku ev di esasê xwe de bacên mezaxtinê ne. Dema hûn nanekî dikirin, hûn baca KDV û OTV’ê didin. Anku baca ji kesên dahata wan kêm tê girtin 2,7 trîlyon e lê ya ku ji sermayedar û derdora rewşa wan baş tenê 1,1 trîlyon tê wergirtin. Li vir em tercîheke çîniyê dibînin. Ev budçe gelemperî ji kedkar, xizan û kesên bi kêmtirîn mûçeyan dixebitin tê komkirin. Lê herî zêde xizmetê ji sermayedaran re dike.”
‘JI XIZANAN DISTÎNIN Û DIDIN DEWLEMENDAN’
Di berdewamê de Turan ev tişt anî ziman: “Qet aliyê çîniyê nayîne bîra mirov lê lêçûnên bacê yên ku par dihatin texmînkirin, 385 milyar lîre bû. Lêçûnên bacê yên beşa ku dê ji sermayeyê neyên wergirtin e. Par digotin ku dê 385 milyar lîre ji sermayeyê neyên girtin. Îsal jî ev reqem derket 994 milyar lîreyan. Anku heke hûn kêmaniya ji ber ku kêmtirîn mûçe li derveyî bacê tê girtin derdikeve esas bigirin, kêm zêde derdora 800 milyar lîreyan ên bacên sermaye û dewlemandan hatine bexşkirin. Anku li cihekî ku rêjeya enflasyona fermî ji sedî 85, efûya bacên sermayeyê ji sedî 300 teşe girt. Anku dema hûn budçeyê çêdikin, ji xizanan kom dikin û didin dewlemendan. Ev jî bes nake. Dewlemend li vî welatî dixebite, dijî û hûn erkên wan ên ji ber bikaranîna çavkaniyan ji holê radikin û baca wan a 800 milyaran jî bexş dikin.”
BUDÇEYA Şer: 460 MILYAR TL
Turan, diyar kir ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava 143 milyar lîreyên budçeya Wezareta Çandiniyê de 54 milyar tenê ji bo piştevaniya çandiniyê hatiye veqetandin. Bila kesek li bendê nebe ku ev pere bo cotkarên xizan biçe. Piştgiriyeke ewqas mezin bo sermayeyê tê kirin lê bo cotkarên xizan nayê kirin. Ev jî aliyê çîniyê yê budçeyê nîşan dide. Her wiha pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û ji ber vê şer û pevçûn didomin. Bandora hêrsa desthilatdariyê ya ku roj bi roj zêdetir dibe û polîtîkayên wê yên tepisandinê li budçeyê jî bûn. Em qala budçeyeke bi qasî 460 milyaran dikin ku ji bo şer hatiye veqetandin. Du qat ji ya par zêdetir e. Par 230 milyar bû lê îsal derket 460 milyaran. Anku ji her 8 lîreyên ji berîka me derdikevin, lîreyek jê ji bo ÎHA, SÎHA, tank û topan diçe. Ne ji bo xweşguzariyê lê bandorê li polîtîkaya şer û pevçûnan dike. Bi kurtasî rontgonê budçeya çînî wiha ye. Aqilê AKP-MHP ku digot; ‘faîz sedem û enflasyon jî encam e’ û yên ku digotin bi negatîf girtina faîzê re dê îxracat zêde bibe ev rewş derxist holê. Ev aqil, têk çû.”
‘MEZINTIRÎN ÎKTÎDARA FAÎZXWAR A KOMARÊ’
Turan, bi lêv kir ku modêla aboriyê ya Tirkiyeyê têk çûye û wiha axivî: “Divê mirov li kêmiya di bazirganiya derve binihêre. Divê em li beşa ji bo faîzê hatiye veqetandin binêrin. Em qala kêmiyeke bi qasî 659 milyar lîreyan dikin. Lê heke hûn bacên sermayeyê bexş kirine bexş nekin dê budçeya welêt li kêmiyê nede. Her wiha lêçûnên faîzê ku bi qasî 565 milyar lîre ne jî heye. Qaşo dibêjin faîz xerab e lê mezintirîn îktîdara faîzxwar a Komara Tirkiyeyê ev îktîdare ye. Yên ku ji faîzê sûd digirin lê ji derdora xwe re jî dibêjin em li dijî faîzê ne, ev îktîdare ye. Desthilatdarî qet qala îthalatê nake. Îthalat ji sedî 39,4 zêde bû. Îxracat di cotmehê de ji sedî 3 zêde bû û îthalat jî ji sedî 31. Mixabin qismekî mezin ê îxracatê jî girêdayî îthalatê tê îxrackirin. Anku em tiştên ji derve hatine kirîn hinek li ser dilîzin û dîsa îxrac dikin. Lewma jî îxracat û îthalat her ku mezin dibe bêhtir xizan dike. Di nava 9 mehên ewil ên îsal de kêmiya carî ji sedî 625 zêdetir bû û derket 40 milyar dolaran.”
‘EV MODÊL DÊ ENFLASYONÊ ZÊDETIR BIKE’
Turan, bal kişand ser reqemên enflasyonê û wiha bi dawî kir: “Dibêjin ku enflasyon kete nava hewldana ketinê. Em sedema vê dizanin ku ew jî bandora bazê ye. Baş e dê bihabûn kêm bibe yan na? TUÎK dibêje enflasyon ji sedî 84,39 e lê ev plana aboriyê û ev modêl dê enflasyonê di demên pêş de dîsa zêde bike. DÎSK-AR dişbêje ku enflasyona kedkaran ji sedî 115 e. her wiha DÎSK-AR dibêje ku rêjeya bêkariyê ya li gorî pênaseya giştî jî derdora ji sedî 20 e. gotin ku em polîtîkaya îktîsadê ya ku mezinbûnê esas digire dimeşînin. Lê ev lîstika wan jî têk çû. Ji çaryeka sêyemîn ve aborî êdî dest bi tengbûnê kir. Di çaryeka werza duyemîn a îsal de mezinbûn ji sedî 6,7 bû lê di çaryeka sêyemîn de ev rêjeye daket ji sedî 3,9’an. Di vê pêvajoyê de para ku kedkar ji vê mezinbûnê digirin pir kêm dibe. Di heman meha sala par de ji sedî 29,5 bû û îsal kete ji sedî 26,3’yê. Para sermayeyê nji sedî 54,1’an derket ji sedî 54,8’an. Tirkiye ketiye nava mezintirîn çirava deynan. Deynê derve zêdetirî 16,5 trîlyon lîre ye. Çareserî ew nîne ku mirov bi her tiştê pîvanên kapîtalîzmê bike. Çareserî ew e ku li vî welatî felsefeyeke nû ya hilberîn û parvekirinê bikeve meriyetê. Felsefeyeke demokratîk a cemawerparêz, herêmparêz û gelparêz e. Me bi navê budçeya çareseriyê, budçeyeke nû amade kir. Li gorî vê yekê dê çavkanî bi taybet jî ji kesên dewlemend, xwedî mal û milk û hwd. bên girtin. Û dê li seranserî gel bên parvekirin. Em ê di hefteya pêş de parve bikin bê ka HDP ji bo Tirkiyeyê polîtîkayeke aboriyê û bernameyeke çawa pêşniyar dike.”