Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand

img

AMED - Hevşaredara Licê Rûken Yilmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin got: "Bila şaredarî yên wan bin. Em ê tim li qadan bin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan 6 jê bi hinceta hevşaredarên wan bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin mazbata nehatibû dayîn. Piştî hilbijartinan bi 5 mehan di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin. Paşê qeyûm tayînî 48 şaredariyên HDP'î yên din jî hatibûn kirin.
 
Ji şaredariyên qeyûm tayînî wan hatibûn kirin yek jê jî Şaredariya Licê ya Amedê bû. HDP'ê di hilbijartinê de li Licê ji sedî 77.3'yên rayan wergirtibû û şaredariya navçeyê bi dest xistibû. Hevşaredara Licê Rûken Yilmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, siyaseta qeyûman nirxand. 
 
EWILÎ JIN HEDEF HATIN GIRTIN
 
Yilmaz, diyar kir ku di 6 salên dawî de gelek parlamenter, hevşaredar û kesên hatine bijartin hatine girtin û got: "Em di 2019'an d ebi kelecaneke mezin tevli hilbijartinê bûn û me gelek şaredarî bi dest xistin. Hê encamên hilbijartinê nehatibûn ravkirin, di 1'ê nîsanê de waliyan daxwazname nivîsandin ku doza şaredariyan dikin. Tiştekî wiha li tu devera cîhanê tune ye. Ji lew re li vir rêvebiriyeke bi awayê antîdemokratîk heye." 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku piştî qeyûm hatine tayonkirin ewilî projeyên ji bo jinan hatibûn çêkirin hedef hatine girtin û got: "Pir aşkere ye ku antîpatiyek wan ji bo peyva jinê heye. Tu hevokeke ku peyva jinê tê de derbas dibe qebûl nakin. Berê serokatiyên daîreyên jinan hebûn. Girêdayî wan midûriyetên jinan hebûn. Daîre û midûriyet hemû hatin girtin an jî veguherandint iştekî din. An jî mêr tayînî van deran kirin. Hemû qadên jinan girtin. 43 navendên jinan girtin." 
 
PROJEYÊN HATINE ASTENGKIRIN
 
Yilmaz, ragihand ku kreşên perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî hatine girtin an jî wan veguherandin kursên Quranê. Yilmaz got: "Li Licê qeyûm ewilî saziyên jinan hedef girt. Navenda Jinê ya Nûjiyanê hebû û li vir atolyeyên cur bi cur dihatin lidarxistin. Qeyûm ev der girt. Jinên li navenda çandê dixebitîn ji kar hatin derxistin. Ên mayî jî li karên paqijiyê hatin bicihkirin. Qeyûman porjeyên me yên ji bo îstihdamê asteng kirin. Bazara Semtê ya Jiyanê bazareke jinê bû, ew kirin bazareke giştî. Stargeha jinan girtin. Meydana bajêr a Şaredariya Peyasê wekî 'meydana jinê ya bajêr' projeya wê hatibû çêkirin. Di hundirê wê de navenda çandê, hêwana sporê û pirtûkxane hebûn. Lê qeyûm gava hat ev proje jî guherand. Pirtûkxane wekî kafe û qehwexaneyê tê bikaranîn. Projeya ajovanên jin hebû. Kurs hatin vekirin, belge hatin dayîn û jin hatin îstihdamkirin. Lê niha lit u devera bajêr ajovanên jin ên otobûsan tune ne." 
 
Yilmaz, anî ziman ku qeyûman di heman demê de hemû xebatkarên şaredariyê jî hedef girtine û ew ji kar derxistine û got: "Tevî malbatên wan ew mexdûr kirin. Ciwan û zarok ji aktîvîteyên hunerî dûr ketin. Malên perwerdehiyê yên ji bo zarokên malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş hatibûn vekirin hatin girtin. Mafê perwerdehî, çand û hunerê yê zarokan hat binpêkirin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Yilmaz, destnîşan kir ku tev texrîbateke bi vî rengî jî li bara gel tu beranberiyeke qeyûman tune ye û got: "Polîtîkaya qeyûman wekî polîtîkayeke dijberî nasname û çanda kurdî tên dîtin. Gel jî van pêkanînan qebûl nakin. Me jî got bila şaredarî yên wan bin. Em ê jî her tim li kuçeyan û li qadan bin. Têkoşîna me her tim li her derî didome."