Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire

img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku di pîrozbahiyên Newrozê de bi milyonan kesan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestiye û wiha got: “Heke partiyên muxalîf ji van peyaman bo xwe dersan negirin, dê aqûbeta wan jî mîna ya desthilatdariyê be.” 

Newroza 2022’yan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin û bi milyonan kes herikîn qadên pîrozbahiyê. Starta Newrozê di 15’ê adarê de li Bêşebapê û fînal jî di 21’ê Adarê de li Amedê hate dayîn. Tevî hemû astengkirin, êriş û hewldanên provakatîf jî zêdetirî milyonek kes herikî qada Newrozê û pîrozbahiya xwe li dar xist. Mîna hemû pîrozbahiyên li navendên din, li Amedê jî rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî derketin pêş. Di pîrozbahiyan de yek ji mijara bala mirovan dikişand jî tevlibûna zêde ya ciwanan bû. Di heman demê de yekitiya neteweyî ya gelê kurd, daxwaza fermîbûna zimanê kurdî, perwerdeya bi zimanê dayikê û siyaseta rêya 3’yemîn jî ji çend peyamên din ên derketin pêş bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz ku di pîrozbahiya Newroza Amedê de bangî milyonan kesan kir, têkildarî peyamên Newrozê ji ajansa me re axivî. 
 
‘HEMÛ DEVER VEGUHERÎN QADA NEWROZÊ’
 
Saliha Aydenîz, diyar kir ku pîrozbahî di demekî ku zexteke mezin li ser siyaseta kurd heyî de pîrozbahî hatine lidarxistin û wiha got: “Me ev Newroz, di serdemeke ku desthilatdariyê digot; ‘Em ê wan tune bikin’ de pêşwazî kir. Lewma jî me dirûşma Newrozê weke ‘Dem dema serkeftinê ye’ diyar kir. Newroz, bersivek bû. Me deklarasyona bi partiyên Kurdistanî re jî bi zanebûn parve kir. Ji 15’ê adarê heta 21’ê adarê tu deverek li Kurdistanê nema ku me agirê Newrozê lê ne hilkirî. Ji hemû bajaran heta gund û kolanan, ev agir li her deverê hate hilkirin. Di esasê xwe de li Kurdistanê her dever veguherî qada Newrozê. Ev agir, bû dengê azadiyê. Agirê Newrozê yê îsal ku gelê kurd vêxist, bû bersivek. Peyama Newrozê, bû peyameke civakî.” 
 
'JI KESÊN DIGOTIN TAQET TÊ DE NEMAYE RE BÛ BERSIV’ 
 
Di berdewamê de Aydenîz bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza Amedê û wiha domand: “Tevî hemû astengkirinan jî gelê me li ber xwe da û herikî qada Newrozê. Vê coş û berxwedêriyê, coşa Newrozên salên 90’î anî bîra me. Wan salan Newroz bi awayekî fermî nedihat naskirin lê tevî vê yekê jî gelê kurd bi heman mebestê diherikî qadan. Ev rastî bi vekirî derket holê. Fînala Newrozê li Amedê bû û dewletê ji bo astengkirinê her tiştek kir. Ketin nava hewldanên provakatîf. Xwestin pêşî lê bigirin ku bi milyonan kes neyên ba hev û seknekî zelal nîşan nedin. Lê nekarîn bi ser kevin. Newroza îsal, Newrozeke taybet bû. Li hemberî ‘Plana Têkbirinê’ ya desthiladarî û polîtîkayên neçareseriyê, gelê kurd û dostên wan seknek nîşan da.” 
 
‘TAQET DI WAN DE NEMA YE’ 
 
Bi domdarî Aydenîz gotina Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a ‘Taqet di wan de nema ye’ bi bîr xist û wiha pê de çû: “Bersiva herî baş, li qadên Newrozê hate dayîn. Projeya ‘Plana Têkbirinê’ têk çû. A rast, taqeta wan nema ye. Yên ku ev du sal in ji bo me digotin; ‘Êdî nikarin miletî bînin ba hev’, bi Newrozê re bersiveke baş girtin. Gelê me nîşan da ku ne taqeta me lê taqeta wan nema ye. Gelê kurd bi daxwaza azadî, statû, ziman û yekitiyê qadên Newrozê tije kirin.” 
 
BI MILYONAN KESAN BAL KIŞANDIN SER OCALAN 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku bi milyonan kes xwedî li daxwazên yekitiya neteweyî, azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, fermîbûna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê ku di deklarasyona hevpar a bi Tifaqa Kurdistanî re de hatibûn diyarkirin derketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi milyonan kesan nîşan dan ku ji têkoşîneke ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî re, ji têkoşîneke ji bo azadî û statûyê re amade ne. Nîşan dan ku dê ji van daxwazan paş de gav neavêjin. Yek ji peyamên girîng ên ji qadên Newrozê hatine dayîn jî muxatabiya di çareserkirina pirsgirêka kurd de bû. Li kîjan deverê agirê Newrozê hatibe vêxistin, li wê derê hat destnîşankirin ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e. Ji bo çareserkirina gelek krîz û pirsgirêkan, muxatab weke Ocalan hat destnîşankirin.” 
 
‘DAXWAZA NIFŞÊ Z’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, da zanîn ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî bi hezaran jinan azadiya Ocalan qîriya ye û ev tişt anî ziman: “Di her du pîrozbahiyan de jî baş hate dîtin ku ciwan û jin xwedî li Ocalan derketin. Ciwanan, peyamên Ocalan ên di 2013’an de ji bo demokrasî û yekitiyê anîbûn ziman pir baş dîtin. Ciwanên ku em weke nifşê ‘Z’ pênase dikin, ev peyam pir baş dîtin. Li rexa din jî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê dîtin. Lewma jî jin û ciwanan li hemberî polîtîkaya şer a desthilatdariyê, xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan derketin. Ji ber ku di peyamên birêz Ocalan de her tim çareserî derdikeve pêş. Daxwaza qadan, bû azadiya Ocalan.” 
 
DIVÊ MUXALEFET VAN DAXWAZAN PAŞGUH NEKE’ 
 
Aydenîz got ku bi milyonan kesan peyamên girîng dan desthilatdarî û muxalefetê û axaftina xwe wiha xelas kir: “Her çend ku çapemeniya desthilatdariyê Newroz jinedîtî ve hatibe û guh li daxwazên milyonan girtibe jî, qad pir baş dîtin. Desthilatdariyê, têkçûna polîtîkaya xwe ya şer, tecrîd û qeyûman dît. Divê partiyên muxalîf jî bo xwe dersan jê bigirin. Bi taybet jî partiyên muxalîf divê ne çareseriyên xwe lê daxwazên gel esas bigirin. Divê bo xwe ji deng û daxwazên ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê ji qadan bilind bûyîn dersan bigirin. Gelê kurd li qadan got; ‘Heta Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad nebe, em jî azad nabin. Heta em statûya xwe bi dest nexin, em bi kesekî re tevnagerin. Heke zimanê me nebe, em bi kesekî re tevnagerin. Rêya me, rêya 3’yemîn e.’ Çawa ku desthilatdariyê ev rastî paşguh kiribe û vê jî têkçûna wê bi xwe re anîbe, muxalefeta ku van daxwazan paşguh dike jî dê heman aqûbetê bijî.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş