Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin

img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk îdianameya der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye amadekirin nirxand û bertek nîşanê gotina qaşo "Kurdistan" da û ev tişt got: "Kesên ku Kurdistanê wekî cudakariyê dibînin, ew bixwe cudakariyê dikin."

Îdianameya der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de hat amadekirin, hemû xebatên Guven sûc hat hesibandin. Dozger KCD'a ku Guven Hevserka wê ye, wekî rêxistina sûc îlan kir. Îdianameya der barê Guven de hat amadekirin, 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê qebûl kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk îdianame nirxand.
 
‘KCD ÇAWA JI NIŞKÊVE BÛ ÎLEGAL?’
 
Ozturk diyar kir ku demek dirêj e dixwazin KCD'ê derveyê qanûnê bidin nîşan û ev tişt got: "KCD saziyeke ji bo pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên Tikiryeyê bi rêyên demokratîk çareser bike, xebatê dimeşîne. Agahiyên li der û dorê hatine berhevkirin û di îdianameyê de bi cih kirine, Guven sûcdar derdixin. Tu aliyê hiqûqî yê vê îdinameyê tune. Ji ber ku li Tirkiyeyê hiqûq tune." Ozgurk da zanîn ku xebatên KCD'ê diyarin û dema Cemîl Çîçek Serokê Meclisê bû bi fermî bangî KCD'ê, ruxmê ev hemû tişt li holê ne, wê demê bi qanûnî bû, niha derveyê qanûnê ye.
 
‘EW BI XWE CUDAKARIYÊ DIKIN’
 
Ozturk bal kişand ser gotinên wekî "Qaşo Kurdistan"ê jî û ev tişt anî ziman: "A niha Serokomar gotinên di civîna meclisê de tîne ziman hene. Ji CHP û MHP'ê re got ku 'Biçin ji arşîvan mêze kin hûnê Kurdistan, Lazistanê bibînin.' Kurdistan rastiyek e. Ev nabe qaşo. Têgeha Kurdistanê li ser vê erdnîgariyê ne nû ye, bi hezaran sal e tê gotin. Heke gotina Kurdistanê cudakarî be, Tayyîp Erdogan cudakariya herî mezin dike. Divê ev bê sererastkirin. Heke peyva Kurdistanê cudakarî be, divê berî Serok Leyla, Recep Tayyîp Erdogan bê darizandin."
 
‘BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ NE SÛC E’
 
Ozturk anî ziman ku gotinên Guven ên der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wekî delîla sûc xistine îdianameyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû tiştên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine li holê ye. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de tu planên desthilatdariyê tune. Lê dê gelên li Rojhilata Navîn bi hev re çawa bijîn, di vî warî de pirojeya Birêz Abdullah Ocalan heye. Ji ber wê tecrîdeke giran li ser dimeşînin. Armanc ew e pêşî li vê fikrê bigirin. Kesên baweriya wan bi hiqûq, demokrasî û baweriyê tê divê li dijî tecrîdê derkevin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Anîna ziman ne sûc e. Dihêlim malbatên girtiyên din hevdîtinê bikin, lê ev mafa ji bo Birêz Ocalan nayê dayîn. Bêguman dê li dijî vê gotineke me hebe. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî, pirsgirêka kurd e. Tenê Birêz Ocalan ji bo çareseriya vê pirsgirêkê xebatê dimeşîne. Hûn kesayetiyeke wiha tecrîd dikin. Em li dijî vê derdikevin, me wekî 'cudakar' îlan dikin. Heke em dijî vê dekevin me wekî 'cudakar' îlan bikin, em ê vê cudakariyê bikin."
 
‘YEKITÎ MAFÊ KURDAN E’
 
Dozger xebatên yekitiya neteweyî yên ku KCD'ê meşandiye wekî sûc di îdianameyê de bi cih kir, Ozgurk bertek nîşanê vê helwestê jî da û wiha got: "Dixwazin kurdan di qirkirinê re derbas bikin. Berî ku Başûrê Kurdistanê biryara referandumê bigire, navbera hikumeta Başûr û hikumeta Tirkiyeyê gelekî baş bû. Piştî referandumê kurdên ku wekî 'bira' didîtin, gefên 'ez ê we birçî bihêlim' li kurdan xwarin. Mînakek din jî Efrîn e. Tişta li Efrînê tê kirin dagirkerî ye. Dibêjin ku 'Bila kurd nebin xwedî statu, çi pêwîst bike em ê feda bikin. Ez dixwazim bipirsim: Ma mafê kurdan nîne di navbera xwe de yekitiyê ava bikin? Hûn dikarin mafê kijan gelî bi vî awayî wekî cudakariyê pênase bikin? Dema mesele dibe kurd, hûn bi hemû welatan re yekitiyê ava dikin. Çima kurd di vê der barê de di navbera xwe de yekitiyê saz nekin?"
 
‘PEYWIRA ME EW E EM ÊŞA GEL PARVE BIKIN’
 
Ozturk destnîşan kir ku merasîmên cenazeyan ên ku Guven tev li bûye wekî sûc hesibandine û ev nirxandin kir: "Tevlibûna merasîma cenaze peywireke exlaqî û mirovî ye. Dixwazin tevlibûna cenazeyan wekî sûc bidin nîşan û pêşî li tevlibûnê bigirin. Tevlibûna cenazeyê Delal Amed wekî sûc tê dîtin. Delal Amed di pêvajoya çareseriyê de di hevdîtinên bi heyeta dewletê de cih girtibû. Dewletê Delal Amed wekî muxatab dîtibû. Bêguman dê Serok Leyla tev li merasîma cenaze bibe. Hemû civak di KCD'ê de cih digire. Çawa em bi gel re kêfxweş dibin, divê em bi gel re êşê jî parve bikin. Ev berpirsiyariyek e. Kesên ku van tiştan wekî sûc pênase dikin, ji mêjî bê parin."
 
'DÊ KCD BERPIRSYARIYA XWE YA DÎROKÎ BÎNE CIH'
 
Ozturk derbirî ku dê dîrok sibê van kesên ku îdianameyan amade kirine darizîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî siyasetmedar bi van gotinên xwe îro berpirsyariyên xwe yên dîrokî tînin ziman. Ji ber ku hemû hevrêyên me berpirsyariyên xwe yên dîrokî tînin cih, berdelê didin. Ji bo ev welat bigihêje aramiyê, em ê peywirên xwe bînin cih. Xebatên me vekirî û zelal in. Ji sala 2007'an heta niha çi hatibe kirin, dê îro şûn de jî dewam bike. Em ê tu carî bêdeng nebin. Hemû xebatên me li gorî hiqûqê ne."