AMED - Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, destnîşan kir ku PDK bi liv û tevgerên xwe yên eskerî yên li hemberî Şengalê dixwaze "jiyana li ser asasê felsefeya civaka demokratîk hatiye avakirin ji holê rake."
Hikûmeta Iraqê û PDK'ê ji bo pergala xweser a li Şengalê ji holê rakin di 9'ê Cotmeha 2020'î de peymana Şengalê îmze kiribûn. Beriya hilbijartina 10'ê Cotmeha 2021'ê ya Iraqê, PDK'ê li sînorê Şengalê gelek pêşmerge bi cih kirin. Pêşmerge di salvegera peymanê de bi hinceta "ewlehiya hilbijartinê" li sînorê Şengalê hatin bicihkirin. Ev yek bû chê bertekên mezin.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, geşedanên dawî yên li Şengalê nirxandin.
ÊRIŞ PIŞTÎ LIHEVKIRINÊ DEST PÊ KIRIN
Ûca, komkujiya ku DAIŞ'ê di 2014'an de li Şengalê kir bibîr xist û diyar kir ku wê demê PDK'ê êzidî bi tenê hiştine û wan bi komkujiyê re rû bi rû hiştine. Ûca, destnîşan kir ku êzidî bi berxwedanê meclîsên xwe yên demokratîk ava kirine û pergaleke demokratîk a nû ava kirine. Ûca, diyar kir ku piştî ku êzidî dest bi avakirina pergaleke xweser kirine, PDK'ê heya niha bi gelek hincetan hewl danye têkeve Şengalê û ji bo vê îşaret bi peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û PDK'ê de hat îmzekirin kir.
‘HEDEF CIVAKA DEMOKRATÎK E'
Ûca, destnîşan kir ku gelê Şengalê bi awayekî tund li ber peymana di navbera PDK û Iraqê de hat îmzekirin radibe û wiha domand: "Çima PDK, ev qasî bi ser Şengalê de diçe? Ji lew re cardin dixwaze wê derê bi dest bixe. PDK, ji dêvla ku bi gel Şengalê re biaxive û pirsgirêkên wan çareser bike, diçe li ser navê gelê Şengalê bi hêzine din re peymanan çêdike. Lewma gelê Şengalê nerihetiya xwe tîne zimên. Em baş dizanin Şengal xwe gihandiye armanceke mezin. Ji lew re bi cihê xwe xwedî stratejiyeke mezin e. Heger Şengal bi.e, dê êzidîtî nemîne, Kurdistan nemîne. Yanî ev qasî xwedî cihekî girîng e. Li ser gelê êzidî konseptek mezin heye. Ji bo gelê êzidî qir bikin û asîmle bikin, çi ji destê wan tê dikin. Piştî 2014'an li Şengalê awayê jiyaneke nû çêbû. Lewma tişta niha tê kirin, tunekirina wê pergala civaka demokratîk e. Meclîsên gel hatin avakirin. Yanî armanca vana ew e ku jiyana li ser asasê felsefeya civaka demokratîk hatiye avakirin ji holê rabikin. Tenê ne li Şengalê, li hemberî hemû deverên ku jiyana nû lê hatiye avakirin bi êrişan re rû bi rû ne. Mexmûr jî bi heman awayî bi êrişan re rû bi rû ye."
ROLA HÊZÊN GLOBAL
Ûca, diyar kir ku êrişên li hemberî Şengalê, tenê bi destê hêzên herêmî nayê kirin, di vir de tiliya hêzên global jî heye û peymana Şengalê piştî pesendkirina hêzên global pêk hatiye. Ûca, ji bo vê ev tişt ragihandin: "Dewleta Tirkiyeyê ji xeynî operasyonên ku armanca wan dagirkirina herêmê ye, bi qereqolên eskerî bi temamî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Tirkiye, gava van tiştan dike, li gor tifaqa di navbera xwe û PDK'ê de dike. Jixwe peymana Şengalê bi xwesteka Tirkiyeyê hat çêkirin. Peyman ne bi biryara parlementoyê, di bin kontrola Amerîka û hêzên din ên navdewletî hat îmzekirin. Yanî konsepteke berfireh heye. Lê mêze bikin gava ji hewayê de êrişî Şengalê kirin û Berpirsiyarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seyît Hesen hat qetilkirin, Hikûmeta Kurdistana Başûr daxuyaniyek jî neda. Di bombekirina nexweşxaneyekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji van kesan 4 jê xebatkarên nexweşxaneyê bûn. Ev yek tenê jî nîşan dide ku bê ka tifaqa di navbera PDK û Tirkiyeyê de çi qasî xurt e."
‘TÊKILIYA NAVBERA ÊZÎDIYAN QUT DIKIN’
Ûca, diyar kir ku dewletên Ewropayê hin êzidiyên di êrişên DAIŞ'ê de birîndar bûbûn di bin navê dermankirinê de ew birin Ewropayê û ji Şengalê dûr xistine û bi vê polîtîkayê pêwendiya di navbera êzidiyan de tê qutkirin. Ûca, bilêv kir ku ev helwest girêdayî polîtîkayên qirêj ên li hemberî gelê êzidî ne.
‘HILBIJARTIN BAHANE YE'
Ûca, destnîşan kir ku armanca PDK'ê ya hewl da bi bahaneya ewlehiya hilbijartinê cardin têkeve Şengalê, xwe disipêre sedemnine cuda û wiha domand: "Heger dilê te û xebatên ji bo hilbijartinê hebin, ev mafê her kesî ye. Lê divê mirov bipirse, çima tu dixwazî bi hêzên eskerî xebatên hilbijartinê bikî? Heger tu rabî bi hêzên eskerî biçî wir, an dê hilbijartinê di çarçoveya hiqûq û qanûnê de neyê kirin an jî planine te yî din hene. Jixwe dayik û ciwanên Şengalê ji bo vê dibêjin, 'Ev ji bo hilbijartinê nehatine. Armanca vana ew e ku bi temamî bimînin.' Me rêjeya tevlîbûna hilbijartinê jî dît. Beşdarbûn daket biniya ji sedî 50î. Ev jî nîşan dide ku baweriya herêmê bi PDK'ê nayê. Meclîsa Xweser a Demokratîka Şengalê got, 'Çi dibe bila bibe, qethiyen em nahêlin têkevin Şengalê, heger êirş bikin, em ê bersiva wan bidin.' Ev hewldana wan ne hewldaneke ji rêzê ye, ev lîstik ne lîstikine ji rêzê ne."
PÊWENDÎ BI KONSEYA EWROPAYÊ RE HAT DANÎN
Ûca, destnîşan kir ku piştî hewldanên provakasyonî yên li hemberî Şengalê, Konseya Ewropayê jî di nav de pêwendî bi gelek deveran re danîne û got: "Niha dewletên Ewropayê jî bi gelek krîzan re rû bi rû ne. Bi pirsgirêkên xwe re mijûl dibin. Lewma hevdîtinên me nabin rojeva wan. Di hevdîtinan de gava me tiştên diqewimin ragihand, vê qewimnan rast nabînin. Dê hewldanên me yên di nêz de tenê jib o Şengalê bin."
Ûca, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrişên li hemberî Şengalê bes dê bi yekîtiya neteweyî re bi dawî bibin û bang li her kesî kir ku li hemberî hewldanên fermaneke nû ya li hemberî êzidyan hesas bin.
MA / Ergîn Çaglar