ENQERE – Pêşnûmepirsa ku Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de dabû Serokatiya Meclisê nehat qebûlkirin û weke hincet jî hat gotin ku ev pirs nikarin bên kirin.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, derbarê aqûbeta 128 milyar dolarî de pêşnûmepirsan dabû Serokatiya Meclisê û ji tevahiya wezaretan pirsa 128 milyar dolarî kiribû. Serokatiya Meclisê, pêşnûmepirsên Tanrîkûlû qebûl nekir û lê vegerandin. Serokatiyê, weke hincet jî detnîşan kir ku ev mijar nikarin bên pirsîn.
Çend pirsên ku Tanrikûlû kiribûn wiha ne:
“* 128 rezerv firotin kî?
* Çima rezerv hat firotin?
* 128 milyar rezervi firotiye esnafan?
* 128 milyar rezerv ji cotkaran re çûye?
* 128 milyar ji karkeran re çûye?