ENQERE - HDP’ê, Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê Nikolaus Meyer-Landrut li meqamê wî ziyaret kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Karên Derve Berpirsiyar Feleknas Ûca, di 24'ê adarê de Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yêkitiya Ewropayê (YE) Sefîr Nikolaus Meyer-Landrut li meqamê wî ziyaret kirin. Di hevdîtinan de, têkiliyên YE û Tirkiyeyê, vekirina doza girtina HDP’ê, zextên siyasî û biryara DMME’yê ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de hatin axaftin.