‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’

img
ENQERE - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, sedema astengkirina avakirina Partiya Însan û Azadî ji Wezîrê Karê Hûndir pirsî. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû, astengkirina avakirina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) bir rojeva Meclîsê. Gergerlîoglû, ji bo ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bibersivîne pêşniyazpirsek da Serokatiya Meclisê. Gergerlîoglû, di pêşniyaz pirsê de cih da astengkirina mafên daxwazname û avakirina partiyê ya Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mûrat Bozdemîr.
 
Gergerlîoglû, têkildarî mijarê ev pirs ji Soylû pirsîn: 
 
“ *Îdeayên ku peywîrdarên Wezarêta Karê Hûndir ji bo ku daxwaznameyê negirin ferman girtine rast e? Heke ev îdea rast be, fermana wê ji derveyî makêqanûnê kê daye? 
 
* Sedemê negirtina daxwaznameya avakirina Partiya Însan û Azadî çî ye?
 
* Mafê partî avakirinê ku mafêkî makeqanûnî yê Partiya Însan û Azadiyê ye. Wê heta kengî binpêkirina mafên daxwaznameyê yê PÎA'yê berdewam bike?”