Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin

img

ENQERE – Siyasetmedar Fîgen Yuksekdag îdianameya Kobanê nirxand û got: “Yên ku vê êrişa darbeya siyasî li dijî HDP’ê û me li dar xistin, hevkarên wê her kes wê bi sûretê sûcdar di rûpela dîrokê de were nivîsandin. Wê encama vê doza li hev anîne û bi zorlêkirin çi dibe bila bibe wê herikîna dîrokê neguherîne.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgena Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê Tîpa F tê girtin, îdianameya Kobanê ya derbarê wê de hatiye amadekirin nirxand. Yuksekdag nameyek derbarê îdianameya Kobanê de ji bo ajansa me Mezopotamyayê nivîsand û bi rêya parêzerê xwe şand. Yuksekdag îdianameya Kobanê wek “belgeya trajediyê” pênase kir. 
 
Yuksekdag destnîşan kir ku li gel hemû îdrak, operasyon û manîpulasyona 6 sal in tê kirin jî îdianame fiyasko ye û got: “Îdianameya hatiye amadekirin tolhildana têkbirina DAIŞ’ê ye. Çalakiyên bo piştevaniya Kobanê rûyê spî yê dîroka mirovahiya mezin e.” 
 
Nameya Yuksekdag ji bo ajansa me şand wiha ye: 
 
'BI SÎLEHA DARAZÊ DARBEYÊ LI SIYASETÊ DIKIN' 
 
“Îdianameya Kobanê ya dihat çaverêkirin hat eşkerekirin. Em dikarin ji vê re bêjin belgeya derew, îftîra, bêrûtiyê ye. Di warê sîstema hiqûqî ya Tirkiyê de di heman demê de ev belgeyek trajediyê ye. 6 sal sekinînin. Raya giştî bi derew û manîpulasyonê xapandin. Vir de birin û wir de anîn operasyonên bêhejmar pêk anîn, xwedîgiravê delîl berhev kirin lê encama ku derket holê binê fiyaskoyê ye. Bêguman ev îdianamey li welatek ku hiqûq piçek û nîv heye wisa dikare were binavkirin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku dixwaze zexmkirina xwe zêde bike, her kesên ji bilî xwe terorîst radigihînin,  di nava mercên wiha de sîleha darazê darbeya siyasî pêk tînin. 
 
DARIZANDINA FAŞÎZMÊ 
 
Îqtîdara siyasî li aliyekî darizandina Kobanê amade dike û girtina HDP’ê xistiye rojevê û li aliyê din jî li gel gef û operasyonên dike xwe ji bo hilbijartina pêşwext amade dike. Dixwazin HDP’ê bêtesîr bikin. Ew ketine pey hesabên kurmî yên stratejîk û dixwazin bi vî awayî bi ser bikevin û HDP’ê derveyî siyasetê bihêlin. Lê di esasê xwe de HDP siyasetek ku xelkê diparêz e û demokratîk li pêş bikeve birêve dibe. HDP li ber faşîzma ku dixwaze xelkên Tirkiyê mehkûm bike radibe. Ji ber vî awayî berteka şoreşgeran, demokratan, hêzên muxalîf a li dijî darizandina Kobanê û êrişên ser HDP’ê ku li pêş bixin gelek grîng e.  Ev pêvajo divê bibe wesîleya xwedî derketina demokrasiya giştî, azadiyên polîtîk û tevgera darizandina faşîzmê. 
 
RÛYÊ SPÎ YÊ DÎROKA MIROVAHIYÊ YE 
 
Em îro wek her demê amade ne wezîfeya bikeve ser milê me bicih bînin. Bila gumanek biçûk jî a xelkê me û jinên me tune be. Yên ku bawer dikin wê derew û komployên mezin ser heqîqetên mezin bigirin xwe dixapînin û wê bibin qurbanên xapandinên xwe. Divê her kes baş dizanibe ku çalakiyên demokratîk ên piştevaniya ji bo Kobanê rûyê spî yê dîroka mirovahiya mezin e. Yên ku dixwazin vê tevgerê bi derewan, provokasyonan, ser sûcên xwe bigirin wê li hember hêza rastî û mafdariyê werin mehkûmkirin. Êş û hêrsa ew canên me ku canê xwe ji dest dan hêj di dilên me de pir taze ye. Îqtîdara siyasî 6 sal in li ser miriyên me jî cihêkariyê û neheqiyê dike. Ji ber piştevaniya welatiyên me kurd a ji bo HDP’ê bi qetilkirinê ceza dikin. Yên ku qatilan dernexistin holê û guh nedan gilîkirinên me ji bo xwe ji darizandinê rizgar bikin adeta diperpitin. 
 
EM Ê DEV JI KOBANÊ BERNEDIN 
 
Girîngtirîn sedemek mezin a vê îdianameyê ew e ku şirîkê wan stratejîk DAIŞ têk çû û planên wan herêmî yên li dijî mirovahiyê bi ser neketin e. Dixwazin serkeftina demokratîk a xelkê ceza bikin û ji ber têkçûna wan û şirîkê wan tolê ji me hiltînin. Heke îqtîdar bi dewleta çeteyên îşkencekar, tecawizkar, komkujîger û tekfir re bibûya cîran û mutefîk wê tevgera piştevaniya Kobanê jî ewqas di dilê wan de nebûya derd. Ji ber vê yekê doza derbarê me de hatiye vekirin, girtinên girseyî û operasyonên birêvebirina lînckirinê mezinkirin û wêrekkirina DAIŞ’ê ya têkçûyî ye. Dixwazin bi komployên mezin ser berxwedan û rûmeta Kobanê bigirin. Lê bila baş dizanibin wê dev ji Kobanê neyê berdan û em ê dev ji Kobanê bernedin. 
 
WÊ HERIKÎNA DÎROKÎ BIGUHERE' 
 
Belkî jî em tu demê ewqas mafdar û bixwebawerî  nebûn. Em ê jî darizandinek zelal û fesîh ya doza mirovatiyê bikin. Çawa ku gelek dozên mezin hene ku ji hêla serdestan ve di xwîn, mirin û êşê de hatine şuştin, em ê bibin yê ku mafê xwe yê heqîqetê dadbar û radest bikin. dikin. Ji bo daxwaza azadî û edaleta gelê me; yên ku bi kîn û hêrs êrîş dikin, û yên ku ji bo pêşketina xwe ya siyasî xizmeta dadgehan dikin dê di nav ava tarî ya komployên xwe de bixeniqin. Yên ku vê êrişa darbeya siyasî li dijî HDP’ê û me li dar xistin, hevkarên wê her kes wê bi sûretê sûcdar di rûpela dîrokê de were nivîsandin. Wê encama vê doza li hev anîne û bi zorlêkirin çi dibe bila bibe wê herikîna dîrokê neguherîne.”