Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Dijderketina tecrîdê ne tenê dijderketina tecrîdkirina Ocalan e, dijderketina tecrîdê di heman demê de dijderketina tecrîdkirina li dijî xwe ye jî."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10'ê Çile de civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê li dar xist. Di civînê de têkildarî pêşerojê hin bername û plansazî da pêş xwe. Em têkildarî rê û rêbazên têkoşîna siyaseta demokratîk a HDP’ê û tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên girtiyan ên li dijî tecrîdê bi Berpirsiyarê Rêxistinkirinê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu re axivîn. Onlu, anî ziman ku çalakiyên li girtîgehan hatiye destpêkirin, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li dijî "Polîtîkayên dijminantiyê" ya li ser kurdan, binpêkirina mafan û li dijî “Rejîma Qesrê" ye. Onlu, da zanîn ku hikûmetê tecrîd ji bo xwe kiriye yekî rêbaza rêvebirinê û wiha got: “Her dem her tiştî berê li ser Kurdan diceribînin. Ev pergala tecrîdê li ser hemû beşên civakê kirin pergalek mayinde. Li Îmraliyê dest bi pergala tecrîdê kirin û îro li ser her kes û beşan ev pergala tecrîdê didome. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de pir aşkere ev yek anî ziman. Niha siyaseta demokratîk di tecrîdê de ye. Wê demê dijderketina tecrîdê ne tenê dijderketina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes ji bo li dijî tecrîdkirina xwe derkevin li dijî hemû polîtîkayên tecrîdê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘GIRTÎ JI BER BÊDENGIYA HÊZÊN DEMOKRATÎK LI DIJÎ TECRÎDÊ DEST BI ÇALAKIYAN KIRIN
 
Onlu, destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji ber bêdengiya hêzên demokrasiyê û hêzên kedê ya li dijî polîtîkaya tecrîdê, 51 rojin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha axivî: "îro tecrîd bûye amûra sazubûna faşîzmê. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin, li dijî sazibûna faşîzmê dane destpêkirin. Divê teqez hêzên demokrasî, ked û civak hestiyar nêzîk bibe. Girtiyên li girtîgehan di şertên herî giran de ji bo faşîzm nebe sazî û xwe bi rêxistin neke, bedena xwe dikin mertal. Bêyî ku di çalakiya greva birçîbûnê de encamên xerab rû nede, divê hemû beşên civakê hestiyar nêzîk bibe. Divê teqez ji niha de li dijî tecrîdê zextên li ser îqtidarê zêde bikin." 
 
'ME KOMÎSYON AVA KIR' 
 
Onlu, anî ziman ku li ser siyaseta demokratîk tecrîd tê sepandin û wiha berdewam kir: "Me têkildarî çalakiya greva birçîbûnê komîsyonek ava kir. Ji bo em hem ji aliyê hiqûqî ve û hem jî ji aliyê dîplomasiya hundir û derve ve vê yekê bişopînin me komîsyonek ava kir. Ji bo em berteka hemû beşên civakê ya  Tirkiye derxin holê û cemawiri hestiyar nêzîk bibe, xebatên me hene." 
 
'HDP PÊŞENGA HÊZA DEMOKRASIYÊ YE' 
 
Onlu, bal kişand ser rewş û hêza HDP’ê jî û wiha axivî: "HDP pêşengê hêza demokrasiyê ye. Bi niqaşên girtinê di heman demê de peyamê dide partiyên muxalif. Bi vê yekê dixwaze hêzên demokrasiyê êdî baweriya xwe bi partiyê nînin. Dixwazin bi vê yekê hêzên muxalif li gorî xwe dîzayn bikin." 
 
Onlu, bal kişand ser perçekirina Îtîfaqa Cumhur û wiha got: "Ziyareta Erdogan a Partiya Saadetê ji ber vê sedemê ye. Êdî Erdogan dizane nikare bi MHP'ê re bimeşe. Dixwaze Partiya Saadetê jî têxe nava xwe û hevsengiya îtîfaqê ava bike. Êrîşa AKP û MHP'ê ya dijî HDP’ê nîşan dide ku di dijminantiya Kurdan de xwedî yek fikir in. Devlet Bahçelî dibêje 'Eger daraz negire emê têkevin tevgerê'. Ev encama şerê navxweyî ye. Hemû dixwazin partiyê bigirin. Lê rê û rêbazên wan cuda ne." 
 
DÊ SALA 2021'AN BIBE SALA TÊKOŞÎNÊ
 
Onlu, anî ziman ku HDP li dijî hemû êrîşan xwedî parastin e û wiha bi dawî kir: "Em ê di sala 2021'an de têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. Hemû hêzên demokratîk di nava lêgerîna maf, edalet û azadiyê de ne. Em jî wekî HDP'ê dê îsal bikin sala têkoşîn, berxwedan, mezinkirina eniya demokrasiyê, yekîtiya neteweyî, çalakiyan li dar bixin. Dasa 2021'an dê bibe sala ku ji rejîma AKP-MHP-Ergenekonê bê rizgarkirin. 
 
BANG LI HÊZÊN MUXALÎF KIR
 
Onlu, xwest êdî hêzên muxalif xwe ji bo rêveberiyek demokratîk amade bikin û wiha bi dawî kir: "Ev tenê bi rêxnekirina AKP'ê nabe. CHP jî di navde hemû hêzên muxalif divê tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd sozê nedin. Divê gavên şênber bavêjin û îtîfaqê ava bikin." 
 
MA / Dîren Yurtsever