Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya  Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef têkildarî bêdengiya Rûsya ya li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Ev bêdengî nîşan dike ku Rûsya pê re hevkar e û dixwaze rê li pêşiya dewleta Tirk veke da ku herêmê dagir bike.” Xelef, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike. 
 
Gelê herêmê, li dijî êrişên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser herêmên bakurê Sûriyê, bi taybet topbarana li dijî navçeya Eyn Îsayê ku du meh in didome, nerazîbûnên xwe tînin ziman û dibêjin, divê rê li pêşiya sûcên Tirkiye yên li dijî Sûriyê bêne girtin. Berpirsa jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef ji ji nûçegîhana Ajansa  Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Selwa Ebdulrehman re axivî û diyar kir ku Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemû êrişên wê şikandin, ji ber ku QSD'ê xwedî projeyeke siyasî û nîştimanî ye.
 
JI BER ÊRÎŞAN SIVÎLAN KOÇ KIRIN
 
Muna El-Xelef, destnîşan kir ku QSD ji tevahiya pêkhateyên herêmê yên ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirine pêk tê û wiha got: "Piştî avakirina Rêveberiya Xweser û serkeftina wê, aliyên herêmî û navneteweyî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hewl dan projeya netewa demokratîk a li herêmê têk bibin. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de ewlehiya li herêmê têk çû û sivîl koçber bûn." 
 
Muna El-Xelef di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ku herêmên rojhilatê Firatê bi herêmên rojavayê wê girê dide, her wiha herêmên Rêveberiya Xweser hemû digihîne hev û got: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze dagir bike û herêman ji hev dur qut bike. Rûsya ya garantor berpirsa sûcên dewleta Tirk a dagirkir e. Divê Rûsya wek hêzeke garantro erka xwe bîne cih û wan sûcan rawestîne. Rûsya naxwaze aloziya Sûriyê çareser bibe. Ji ber ku piştgiriya diyaloga sûrî-sûrî nake û hikumeta Şamê jî rê li pêşiya dan û standinên bi opozîsyonê re venekir. Ev yek nîşan dike ku Rûsya naxwaze çareseriya siyasî li Sûriyê pêk were.”
 
Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimaniya  Demokratîk a Sûriyê Muna El-Xelef di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û Rûsya ya garantor kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê desteka diyaloga sûrî-sûrî bikin û dagirkera Tirk ji axa Sûriyê derxîne.