HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin

img
ENQERE - HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê eşkere kir û got: ''Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya di rojevê de û bidawîanîna binpêkirinên li girtîhehan wê kampanyayê bide desptêkirin.''
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna Meclîsa Partiyê (MP) a 10'ê çile li dar xistibû eşkere kir. 
 
Di encamnameyê de bi hêceta "Lêpirsîna Kobanê" ya 6-8'ê Cotmehê zextên deshilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê hat bibîrxistin û wiha hat gotin: ''Bi Lêpirsîna Kobanê, desthilata AKP-MHP'ê dixwaze têkoşîna berxwedêr a gelê Kurd û partiya me ji dewrê derxîne, ji ber astenga sereke ya li pêş dîktatoriyê ku dixwazin bi hilbijartinê rewa bikin HDP ye, dixwazin partiya me bêkêr bikin.''
 
HDP'ê di encamnameyê de balê dikişîne zextên li ser HDP'ê û wiha hat gotin: "Ev êriş di şexsê HDP'ê de tu caran wê nikaribe têkoşîna demokrasî, azadî û dadmendiyê ya bi milyonan mirov asteng bike. Biryara beriya demeke nêz a DMME'yê ya derbarê Hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş de bûye biryareke dîrokî ya ku kemîna ji 2014'an û vir ve li ser partiya me û hemû muxalefetê bi destê darazê tê bicihanîn, mehkûm dike.''
 
'GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ ROJEVA SEREKE BE'
 
HDP'ê di encamnameyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo rabûna tecrîda li ser Ocalan 27'ê Mijdarê dest pê kirî bi bîr xist û got: ''Ji bo daxwazên biheq ên grêvên birçîbûnê bi cih werin, bi destekeke berfireh a civakî çêkirina bihistyariya demokratîk a xurt, weke peywireke me ya lezgîn hatiye dîtin. Em dixwazin diyar bikin têkoşîna dijî tecrîdê bi geşkirina çareseriya demokratîk û hêviya aştiyê re di zik hev de ye, ev rojeva girîng, divê ne tenê rojeva beşekî civakî an jî partiyekê be, divê rojeva hemû hêzên demokrasiyê be.''
 
DÊ SALA 2021'AN BIKIN SALA TÊKOŞÎNÊ
 
Di berdewamiya encamnameyê de wiha hat gotin: "Sala 2021'an wê bibe saleke ku têkoşîna dînamîka azadiyê ya gelê Kurd ku bi partiya me re berbiçav bûye û ya hemû derdorên ku keda wan tê xwarin, têne çewisandin û derdorên civakî geştir bibe û faşîzm hilweşe, li ser rêya ber bi Komara Demokratîk ve, Hevalbendiya Demokratîk bêhtir berfireh bibe.''
 
TÊKOŞÎNA JINAN
 
Di encamnameyê de qala têkoşîna tevgera jinan jî hatiye kirin û wiha hat gotin: ''Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinan a Tirkiyê 2020'an rêz û rêça piştevanî û têkoşer domand. 2020'an li eniya muxalefetê bi roleke zehf girîng rabûn. 2021'an jî jin wê li ber xwe bidin û avakariya ya nû bidomînin.''
 
JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ PÎLANSAZÎ
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku dê li dijî tecrîda li ser Ocalan kampanya were destpêkirin û derbarê kampanyayê de wiha hat gotin: ''Biryara ku Daîreya Mezin a DMME'yê dayî, bi qasî ku li Tirkiyê reformeke berfireh a hiqûqî were kirin girîng e. Têkilî vê yekê wê partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya ku di rojevê de ye û ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan a li zindanan wê kampanyayê bide destpêkirin. Di serdema bê de xebata sereke ya li ber partiya me wê ev kampanya be. Kampanyaya me wê bi rengekî herî berfireh bi derdorên civakî û siyasî re were rêvebirin, ku li heq, hiqûq, dad û azadiyê digerin. Derheqê kampanaya me piştî ku naverok bi berfirehî hat zelalkirin bi giştînameyekê dê di rojên pêş de ji rêxistinên me hemûyan re were şandin û bi daxuyaniyekê bi raya giştî re were parvekirin.''