Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin

img
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên li hemberî HDP'ê têkoşîn û bloka dij faşîst mezin bikin û wiha got: "Yên dixwazin ji HDP’ê rantê bi dest bixin û ranta dixwazin nabînin êrîşên li dijî HDP’ê zêde dikin û dixwazin HDP'ê kriminalize bikin. Eger hûn dixwazin îlla têkiliya me û cihekî çêkin, em bêjin têkiliya me ya herî mezin bi gelê me re ye." 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, der barê geşedanên dawî de li navenda giştî ya HDP'ê civina çapemeniyê li dar xist. Gunay, têkildarî 8'emîn salvegera avakirina HDP’ê axivî û wiha got: "8 sal berê bi armanca nefesekê bide gelê Tirkiyeyê û ji bo pêşerojek azad û demokratîk ava bikin em li hev kom bûn û bi biryara HDK'ê me HDP ava kir. Me li dijî yekperestiyê partiya pir alî û pir rengî ava kir. Em bûn alternatifa partiyên pergalî. Em bûn hêvî. Me di nava yekîtiya wekhev û azad de cihê xwe girt. Me bi sîyaseta rêya sêyemîn, kesên ku dibêjin têk naçin me ew têk birin. Me hem li kolanê û hem jî li meclîsê siyaset pêş xist. Em bûn hevîya kesên bindest kedkar û xizanan." 
 
Gunay, destnîşan kir ku HDP 5 salin bi êrîşên pir mezin re rû bi rû ne û li gel van êrîşan têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: "Em li dijî êrîşên faşizmê têkoşîna xwe ya dijfaşîzmê mezin dikin û pêş dixin. Em li dijî faşîzmê bloka dijfaşîst mezin dikin. Hilbijêrên me tenê ji ber dengê xwe didin me, zext û tundiya li ser wan kêm nabe. Têne binçavkirin, girtin. Dibin hedefa bombe û komkujiyan. Tên girtin û sirgûn dibin. Bi hezaran kedkar û bi mirina sivîl re rû bi rû dimînin. Em hewl didin rêberiya wan bikin. Tu partî, ji hezarî 1 zext û tundiya li partiya me tê kirin, eger li wan bê kirin nikarin li ser piyan bimînin. Bi taybetî AKP û MHP ya li ser rantê hatiye avakirin, dê di nava çend mehan de ser û bin bibin û hilweşîn. Çima HDP li gel ew qas êrîş û zextan li ser piyan dimîne. Ji ber ku HDP li ser paradîgmayek xurt hatiye avakirin û hêza xwe ji gel distîne." 
 
'EM XWEŞIKÎ Û DEWLEMENDIYA WELATÊ XWE NATIN DESTÊ TU KESÎ'
 
Gunay, anî ziman ku HDP li dijî faşîzma AKP-MHP’ê kozika berxwedanê ya herî mezin e û wiha lê zêde kier: "Em xweşikî û dewlemendiya welatê xwe bi destê tu kesî ve bernadin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Em ê vê mijê belav bikin. Em ê bibin çareserî. Em ê bibin partiya pêşenga çareseriyê. Em tu tawîzan ji têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û aştiyane nadin.Yên dixwazin ji HDP’ê rantê bi dest bixin û ranta dixwazin nabînin êrîşên li dijî HDP’ê zêde dikin û dixwazin HDP'ê kriminalize bikin. Eger hûn dixwazin îlla têkiliya me û cihekî çêkin, em bêjin têkiliya me ya herî mezin bi gelê me re ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin. Teqez em ê aştî, edalet û demokrasiyê bînin vî welatî. Em ê roja bazarê 18'ê Cotmehê li Stenbolê bi şahiyek mezin 8'emîn salvegera xwe pîroz bikin. Em hemû dost û hogirê xwe dawetî vê pîrozbahiyê dikin." 
 
'QEDEXEKIRINA KURDÎ REWŞEK REZÎL E' 
 
Gunay, bertek nîşanî qedexeya lîstika kurdî ya Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamya da û wiha got: "Wezirê Karên Hundir û Walî bi hinceta "Ewlehiya cemaweriyê" lîstik qedexe kirin. Ev rewşek rezîl e. Ev lîstik ji berhemê Dario Fo yê Îtalî hatiye amadekirin. Berê jî bi dehan caran hat pêşandan. Bi kurtî û tirkî hat pêşandan. Ev lîstik bi awayekî rezen di sala 1981'an de ji aliyê Nivîskar Dario Fo ve hat nivîsandin. Daxuyaniyên Walî û Wezîr gotinên Rêzdar Vedat Turkalî ya ‘Ew qas cahildî (Nezanî) bi perwerdehiyê derbas dibe' tîne bîra mirov. Eger misqalek şerm bi wan re hebe, rojekê li vê qoltixê namînin. Ev nîşaneya dijminantiya Kurdî ye. Êrîşa li dijî Kurdî bi vê yekê ne bi sînor e. Vê îqtîdarê Rojnameya Azadiya Welat û Enstituya Kurdî da girtin. Mohr li dibistanên Kurdî xist. Li Meclîsê Kurdî wekî zimanê nayê zanîn pênase kir. 
 
'BI GIRTINA ROJNAMEGERAN RASTIYAN VEDIŞÊRIN' 
 
Gunay,  bal kişand ser girtina rojnamegerên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê jî û wiha berdewam kir: "Li Wanê Osman Şiban û Servet Turgut ji helikopterê avêtin. Lê der barê kesên ew ji helîkopterê avêtin lêpirsîn û doz nehat vekirin. Tekîldarî vê meseleyê yek kes jî nehat binçavkirin û girtin. Lê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bilen û Cemil Ugur, Nûçegîhana Jinnewsê Şehriban Abî Rojnameger Nazan Sala ku rastî ronî kirin hatin girtin. 
 
DOZA ÎPEK ER DOZA HEMÛ JINAN E
 
Gunay, bal kişand ser doza Îpek Er ê Çawîşê pispor tecawizî wê kir û bû sedema mirina wê û wiha got: “Îro kujer Musa Orhan dê dîsa bê darizandin Dê danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bê dîtin. Ev doza bê dîtin doza hemû jinan e. Em hem wekî HDP'ê û hem jî wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê heta dawî em ê li vê dozê û têkoşînê xwedî derkevin. Ji bo Musa Orhan bê cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin."
 
'ÊRÎŞA LI DIJÎ BAROYAN LI DIJÎ TTB'Ê JÎ DIKIN' 
 
 
Gunay, êrîşa li dijî Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî jî nirxand û wiha bilêv kir: “Heman hişmendî li dijî baroyan jî derket holê. Wezîrê Karên Hundir xwe di ser zagon û qanûnan re dibîne. Bi giştînameyekê zagon betal kirin. Ev giştînameya Wezîr pir aşkere li dijî hiqûqê ye. Erdogan di civîna dawî ya komê de TTB kir hedefa xwe. Aşkere kir ku dê mudaxaleyî TTB'ê bike. Li her derê heman bê hiqûqî heye."