Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Her cûre rêbabaza êrişan li dijî me xistin dewrê û xwestin me tune bikin lê xwe xapandin û bi ser neketin. Meşa me berdewam dike.” 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser operasyonên li dijî HDP’ê û salvegera 8’emîn a demzrandina HDP’ê û polîtîkayên dê siberojê birêve bibin. 
 
Sancar di destpêkê de qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê bi bîr anî û got: “Me wê hovîtiyê ji bîr nekiriye. Me tiştên di wê serdemê de qewimîn û berpirsiyaran ji bîr nekiriye. Em ê 103 canên xwe qet nedin jibîrkirin.” 
 
‘MEŞA ME PÎROZ BE…’ 
 
Sancar bi bîr xist ku 15’ê Cotmehê salvegera damezrandina HDP’ê ye û wiha got: “Bi piştevaniya gelan HDP hat damezrandin. Ji bo demokrasî û aştiya gelan hat avakirin. Li ser kedek mezin hatiye avakirin û ev xwedî li wê mîrateyê derdikevin. Ji wê rojê heta îro 8 sal derbas bûn. HDP bi saya milyonan welatî hatiye heta îro. Hevalno salvegera damezrandina partiya me pîroz be. Pîroz be meşa me ya pîroz.”2 
 
‘CARA EWIL ME AKP’Ê TÊK BIR’ 
 
Sancar axaftina xwe wiha domand: “HDP ji roja ava bûye nehiştiye ku welat ber bi xerabeiyê, faşîzmê û kedxwariyê û cihêkariyê ve biçe. Me di 7’ê Hezîranê de mimkiniyek derxist holê. Me îqtîdarê tarûmar kir. Cara ewil bû ku di hilbijartinekê de me AKP’ê têk bir. Pişt re êrişan li dijî me dest pê kir. Serkeftina me li zora wan çû. Ji meşa me û êkoşîna û serkeftina me tirsiyan. Ji bilindbûna hêviyê tirsiyan. Êrişî me kirin. Her cûre rêbazên êrişan xistin dewrê. Xwestin me tune bikin û serê me xwar bikin. Lê belê xwe xapandin û bi ser neketin. Meşa me ya pîroz berdewam dike. Em neterpilîn û çimkî doza me mafdar e. Çimkî rêya me xweşî ye, em bi asoya xwe bawer in û ewle ne. Ji ber vê yekê meşa me bi heman wêrekî û biryardariyê berdewam dike û dê bidome jî.” 
 
‘HERÎ ZÊDE ÎQTÎDAR BAŞ HDP’Ê NAS DIKE’
 
Sancar anî ziman ku wan di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de sîleyek din li îqtîdarê dan e û got: “Em ê her sîleyan li vê îqtîdarê bidin û wan têk bibin. Çimkî HDP siberojê, demokrasî, edalet, aştî û wekheviyê temsîl dike. Sedên salan e her cûre rêbaz û rê bikar anîn û xwestin tune bikin lê bi ser neketin. Lê em nasekinin, natirsin, bêzar nabin û li ber xwe didin û meşa me ya serbilind didome. Hêza ku faşîzmê bisekînine tenê HDP ye. HDP di dilê milyonan de ye.” 
 
‘WERIN EM MIL BIDIN MILÊ HEV’ 
 
Sancar banga têkoşîna hevpar û bi hev re kir û got: “Em dibêjin werin mil bidin milê me û em bibin yek. Em dikarin bi hêza hevpar her cûre operasyon û êrişan rawestînin. Banga me banga mezinkirina têkoşîna hevpar e.” 
 
‘ÎQTÎDAR DEREWAN DIKE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku îqtîdar bi derewan welat birêve dibe û her ku diçe xelkê dixapînin û bi derewan dixwazin birêve bibin. Sancar got li gel van derewên wan jî her tişt li Tirkiyê di nava krîzê de ye û tiştek ku îqtîdar bide xelkê nemaye û tenê ew di şer û cihêkariyê de sirar dikin. 
 
‘ÎQTÎDAR SÛCDAR E’ 
 
Sancar bal kişand ser “Lêpirsîna Kobanê” û wiha got: “Ji vê lêpirsînê gelek hevalên me girtin. Em vê dibêjin; Ji serî heta binî derew e. Çima ewqas derewan dikin. Çimkî ev îqtîdar di wan bûyeran de sûcdar e. Îqtîdar ji ber polîtîkayên xwe yên dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê dikir sûcdar e. Li Kobanê gelan li dijî barbarên DAIŞ’ê şer dikirin. AKP’ê jî sînor girtibûn û bêdeng mabû, ji ber vê yekê sûcar e. AKP ji provokasyonên derxist sûcdar e. Îqtîdar ji hemû bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê berpirsiyar e.” 
 
HDP ŞEWATAN RED DIKE 
 
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kedxwariya li dijî karkeran û mafên karkeran, israra şer a îqtîdarê û têkoşîna li dijî şer were dayîn. Sancar her wiha bal kişand ser şewatên daristanan û got HDP şewatan û talankirina xwezayê red dike.