Li Tekîrdagê 10 kesên binçavkirî hatin berdan

  • rojane
  • 10:21 14 Kanûn 2019
  • |
img
TEKÎRDAG – Li Tekîrdagê 10 kes bi hênceta ji girtiyên di greva birçîbûnê de pere şandine hatibûn binçavkirin. Dadgehê îfadeyê 10 kesan girt û ew bi şertê kontrola edlî berda. 
 
Li Tekîrdagê bi hênceta 10 kesan ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê re pere şandine hatibûn binçavkirin. Her 10 welatî ji bo lêpirsînê birin Dadgeha Tekîrdagê. Piştî dozger îfade wergirt kesek berda, 5 kes jî bi daxwaza girtinê şand dadgehê û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî berda. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Tekîrdagê her 9 kesan jî bi şertê kontrola edlî berda.