Dosyeya Alî Bagdûr 30 mehan hat sekinandin, lê di rojekê de jî hat girtin

  • rojane
  • 09:01 14 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Dosyeya derbarê mirina Alî Bagdûr de jî bi "neşopandinê" hat girtin. Gava parêzeran li aqûbeta dosyeya Bagdûr ku 30 mehan hat rawestandin pirsîn, rojek şûnde dozger biryara "nepeywirdariyê" da û mehek şûnde jî derbarê dosyeyê de biryara "neşopandinê" da. Bagdûr, di dema qedexeyên li navçeya Cizîrê de hatibû kuştin. 

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dema qedexeyên derketina derve de Alî Bagdûr di 11'ê Çileya 2016'an de hatibû kuştin. Derbarê mirina Bagdûr de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê wekî dosyeya gelek kesên hatin kuştin, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 8'ê Mijdara 2019'an de ji bo dosyeya Bagdûr jî dbiryara "neşopandinê" da. Dozger, di biryara xwe de îdia kir ku Bagdûr "endamê rêxistinê" ye û ji bo kuştina wî got, "li gor hiqûqê ye". 
 
Dozgeriyê di 6'ê Gulana 2017'an de ji bo dosyeya Bagdûr biryara "lêgerîna daîmî" dabû û lê belê di 30'yê Cotmeha 2019'an de gava parêzeran li aqûbeta dosyeyê pirsî, rojek şûnde dozger ji bo dosyeyê biryara "nepeywirdariyê" da û mehek şûnde yanî di 8'ê Mijdarê de jî biryara "neşopandinê da. 
 
MA / Ahmet Kanbal – Mujdat Can