ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN

* Wê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurd, ji bo "Yekîtiya Neteweyî" biçin Kurdistana Federe. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, got: "Her kes ji bo yekîtiya neteweyî dibêje, 'belê û şert e.' Lê belê ji bo ev yek veguhere organîzasyonekê, pêdiviya me bi demê heye." 

* Wê Komîsyona LGBTÎ Jin a TGS'ê jî di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "em jî hene" dakeve qadan. Endama komîsyonê Gulfem Karataş, bal kişand ser pirsgirêkên ku rojnamevanên jin bi wan re rû bi rû dimînin û gazî jinan hemûyan kir ku dakevin qadan. 
 
* Parlementerê berê yê HDP'ê Hasîp Kaplan, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkerî" ye û got, divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin.
 
* Li Tirkiyeyê di 12 mehên dawî de Hezar û 557 karker bûn qurbana qezayên kar. Ji van karkeran 62 karkerên zarok bûn qurbana cinayetên kar. Ji sedî 98 karkeran û ji sedî 100'e zarokên karker bê sîgorta û ji mafên xwe yên zagonî û sendikayî dûr bûn.
 
* Tirkiyeyê, piştî dest bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, yek ji hedefa wê Rêya M4 e. Ji roja destpêkê heta niha êrîş didomin. Ji ber ku rêyek bazirganî ya dîrokî ye û gelek bajarên ku Tirikye dixwaze bi sînorê Mîsakî Mîllî ve girê bide bi hevre girê dide Tirkiye dixwaze vê rêyê têxe kontrola xwe. 
 
* Daîreya Kontrola Nirxên Biyanî ya Wezareta Xezîneya DYA'yê, di 18'ê Mijdarê de, 3 şîrketên li Tirkiyeyê xebatê dikin û 2 welatiyên Tirkiyeyê bi sedema alîkarî dane  DAIŞ'ê xistin lîsteya reş. Daîre bi belgeyan aşkere dike ku DAIŞ, AKP û MÎT bi hevre di nava hevkariyê de ne. 
 
* Nûnerên komeleyan, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman û geşedanên li Rojhilata Navîn bi hev ve girê dayîne û gotin: "Divê kurd li ser esasê yekîtiya neteweyî tifaqekê çê bikin. Wê yekîtiya kurdan ji bo hêzên dixwazin Rojhilata Navîn dîzayn bikin bibe bersiv. Pirsgirêkên me pir in, mifteya vê jî yekîtiya neteweyî ye." 
 
* Payîz Tûrsûn ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandibû, di 52 saliya xwe de çû zanîngehê û bi navê "Payîza emrê min, bihara dilê min" pirtûkek amade kir. Tûrsûn, ji bo pirtûka xwe got: "Xeyala min a zarokatî û ciwantiyê." 
 
* Derbarê helbestvan Muslum Aslan de bi hênceta “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin. Piştî doz lê hat vekirin, kesên xwe wek “Tugayên Tolhildanê yên Tirk” didin nasîn gefên kuştinê li Aslan xwarin û ji ber vê yekê ew neçar ma biçe derveyî welat. 
 
* Danişîna doza Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdîaya heqaret li Serokomar kiriye tê darizandin dê li 42'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya li Edliyeya Anadolu ya Stenbolê bê dîtin. (09.30)
 
* 3'emîn danişîna doza 16 bersûcên têkildarî komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê tên darizandin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
 
* Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û endamên MYK'ê dê têkildarî geşedanên dawî li Ofisa Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
 * Şaxa SES'ê ya Navçeya Şîşlî ya Setnbolê, ji bo zarokên bêkes yên li Darulaceze dimînin û rastî tacîzê tên, der barê wan de karên zagonî bê destpêkirin dê li avahiya xwe civînê li dar bixin. (12:30)
 
* Danişîna doza rojnameger Husayin Aykol, Reyhan Çapan û Hasan Başak ên di çarçoveya doza Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin de tên darizandin, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
 
* 2'emîn Danişîna doza 8 kesên ji kuştina Qeyûmê Dêrikê Muhammet Safiturk tên darizandin, dê li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê bê dîtin. (13.00)