Hevşaredarê Peyasê: Lêgerîna li avahiya şaredariyê li dijî hiqûqê ye

  • rojane
  • 16:32 21 Cotmeh 2019
  • |
img
AMED – Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen, bertek nişanî binçavkirina hevşaredar û serdegirtina şaredariyê da û diyar kir ku lêgerîna li avahiya şaredariyê li dijî hiqûqê ye. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara  Karazê Rojda Nazlier di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de serê vê sibê hatin binçavkirin. Ligel ku lêgerîna li Şaredariya Peyasê bi dawî bû jî, destûr nedan ku kes bikeve qata Şaredar. Girseya ku li pêş avahiya şaredariya Peyasê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin rastî êrîş û dorpêça polîsan hatin. Polîsan deriyê avahiya şaredariyê girtin û destûr nadin ku kes têkeve avahiya şaredariyê. Pişti demek dirêj di navbera komê û polîsan de rageşi çêbû. Parlamenter û rêveberên HDP'ê derbasî avahiya HDP'ê ya Peyasê bûn û li vir civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
EM Ê LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKEVIN
 
Parlamenter, rêveber û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyat Ceylan, diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha li dijî vîna wan êrîşek pir dijwar heye û wiha got: "Em ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin û heta dawî em ê li vîna xwe xwedî derkevin. Em ê heta dawî li hevşaredarên xwe xwedi derkevin. Em ê li şaredarî, hevşaredar û vina xwe xwedî derkevin. Em bang li Kurdên 4 perçeyan dikin ku bibin yek. Tişta niha li Rojava tê kirin li hemû gelê Kurd tê kirin."
 
Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen jî anî ziman ku bi qeyûman her tiştî dixin nava avgîrê û dixwazin tola xwe ji wan hilînin. Kesen wiha got: "3 sal berê dîsa qeyûm tayîn kiribûn. Me di 31'ê Adarê de dîsa bi hilbijartine şaredarî ji destê wan girt. Gel AKP di sindoqê de defin kir. Pergala heyî li şûna bi hestê tolhildan û hêze nêzîk dibe. Niha li diji hiqûqê li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin. Niha şaredarî di bin dorpêçê de ye. Lê berxwedana gel wê vê dorpêçê bişkîne. Wekî her carê em ê dîsa li partiya xwe xwedi derkevin. Ev pergal dê rojekê ji vîna gel leborîna xwe bixwaze." 
 
EW DÊ WINDA BIKIN
 
Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag  jî anî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li dijî vîna gel êrîşek bi tevahî daye destpêkirin û wiha got: “Dema kes li avahiya şaredariyê tune bû lêgerîn kirin. Dest danîn ser telefonên xebatkaran. Gel dixwazin werin şaredariyê. Lê destûr nadin gel bê şaredariyê. Lê dîsa gel li şaredariye xwedî derdikevin. Çawa di 2014’an de li Kobanê winda kirin wê niha jî winda bikin.