Hevseroka KCD’ê Guven: Ji mere yekitî ji pêwîst e

  • rojane
  • 16:26 21 Cotmeh 2019
  • |
img
COLEMÊRG - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Geverê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got: “Ji bo me têkoşînek mezin, xwedî derketin, yekitî, bihevrebûn û tifaq lazim e.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, dikandarên navçeya Geverê ziyaret kirin. Di serdanê de bertek ji bo tayînkirina qeyûma hat dayîn. Guven, piştî serdana dikandaran, li avahiya partiyê bi gel re civiyan. 
 
'EM BI MÎLYONAN IN’
 
Guven, li avahiya partiyê axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûman. Guvene, diyar kir ku ew di pêvajoyek zor re derbas dibin û wiha axivî: “Dîroka berxwedana Geverê hemû gel baş dizane. Gelê Geverê tu carî paşve gav ne avêt. Xwedî partiya xwe derdikeve û şopdarê partiya xwe ye. Wisa difikirin ku gelê Geverê ditirse. Em bi mîlyonanin û em xelas nabin. Divê em  morale xwe bilind bikin.” 
 
‘LI ROJAVA KOMKUJIYEK MEZIN TÊ JIYÎN’
 
Guven, bal kişand êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û ev peyam da: “Li Rojava komkujiyek mezin tê jiyîn û ev cîhan hemû vê komkujiyê dibîne. Guh didin gotinên Erdogan, Pûtîn û Trûmp. Gotina wan ji bo me ne girîng e. A rast pêwîstiya me bi têkoşînek mezin, xwedî derketin, yekitî, bihevrebûn û tifaqê heye.”