Li Dêrikê piştî pevçûnê qedexeya derketina kolan hat îlankirin

  • rojane
  • 14:25 21 Cotmeh 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Walîtîya Mêrdînê, pîştî pevçûna serê sibê li Dêrikê rû da, li 4 gundan qedexeya derketina kolanan îlan kir. 
 
Walîtiya Mêrdînê li gundên Erbetê, Sîmaqî, Bîzdoxan û Kotê yên navçeya Dêrik a Mêrdînê qedexeya derketina kolan îlan kir. Qedexeya walîtiyê wê heya hişyariya duyemîn dewam bike. 
 
Li gundên qedexeya derketina kolan hat îlankirin, di saetên serê sibê de, di navbera leşkerên derketibûn operasyonê û HPG’iyan pevçûn rû da bû û leşkerekê  jiyana xwe ji dest da bû.