AMED - Dosyeya 4 hevşaredarên li Amedê hatin binçavkirin de, sînordar kirinê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de serê vê sibê hatin binçavkirin. Derbarê dosyeya her 4 hevşaredaran de biryara sînordarkirinê hat dayîn.
Ji ber biryara sînordarkirina dosyeyê, nehat zanîn ku hevşaredar bi çi hincet û îdîayê hatine binçavkirin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli û Rojda Nazlier li Qereqola Leşkerî ya Bajêr, Kezîban Yilmaz û Orhan Ayaz jî, li Miduriyeta Polîsan a Bajar tên girtin.