Muxtar: Li Taxê şerê çekdarî heye
Qereqol: Ji ber ewlehiyê em nikarin bên

  • rojane
  • 16:13 21 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Cerdevanan bi ser Gundê Reşke yê Navçeya Farqînê de girt û 6 kes kuştin û 9 kes jî birîndar kirin. Hat diyar kirin ku Keyayê gund li qereqola cendirmeyan geriyaye û gotiye "Li gund şerê çekdarî heye." Lê eskerên qereqolê jî gotine "Ji ber ewlehiyê em nikarin bên." 

 
 Cerdevanan li Gundê Reşka yê Navçeya Farqînê bi ser mala Bozan de girt. Di bûyerê de malbata cerdevan a Poyraz gule reşandin û 6 kes kuştin û 9 kes birîndar kirin. Malbata Poyras a cerdevan li Gundê Reşka bi ser malbata Enver Tekîn de girtin û gule reşandin. Piştî bûyerê yên bi hawarê hatin, xwestin navbênkariyê bikin. Lê malbata cerdevan a ji Gundê Sêdeqnê hatine, li ser kesên ketin navberê gule reşandin. Ji malbata Narin a ket navberê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de Aziz (22), Halise, Gokhan (22) û Munevver Narin û Edip Okraş û  Suleyman Eleftoz jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Tegmen Yapici, Ferhat Tekin, Munevver Bagli û Ferhat, Felhat, Mevlut, Cevat, Dukhan û Mehmet Narin birîndar bûn. 
 
Kesên birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Farqîn û Amedê. Eskerên hatin cihê bûyerê çûn û hatin girtin û dest bi lêkolînê kirin. 
 
ESKER NEHATIN GUND 
 
Dema buyer li gund pêş ket, Keyayê Gund Haci Veysi Yakişan li qereqola ku 10 kilometre dûrî gund e geriya û diyar kir ku şerê çekdarî heye. Lê hat diyar kirin ku eskerên qereyola cendirmeyan jî diyar kirine ku "ewlehî tune ye" û neçûne. Hat zanin ku pişti bûyerê esker çûne gund û M.P. binçav kirine. Hat zanîn ku piştî otopsiyê wê cenazeyan teslîmî malbatê bike. 
 
Dema cerdevanan bi şev bi ser malbata Tekin de girtin, gelek gule li xaniyê malbata Tekîn ketin û şopa wan hêj xuya ye.