Temellî: Ev wêneyê darbeyê ye

  • rojane
  • 15:42 21 Tebax 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, li Mêrdîn tev li daxuyaniyê bû û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Bajarêm Mezin êm Mêrdîn, Amed û Wanê da. Temellî, xwest her kes li dijî feraseta qeyûm têkoşîna demokrasiyê mezin bikin û wiha got: “Ev wêneyê darbeyê ye. Em ê li dijî vê darbeyê dengê demokrasiye bilind bikin. Hevşaredarên HDP’î Nûnerê Gelên Mêrdîn ê qedîm e. Ne aqilê dewletê ye. " 
 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya Temellî û koma HDP'ê xwestin têkevin parkê, polisan bi TOMA û maşînê Zirxî park dorpêç kirin û destûr nedan ku li Parkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, girseya HDP'ê xwestin têkevin parkê, polîsan destûr neda û ew asteng kirin. Demek dirêj di navbera polîsan û girseya HDP'ê de niqaş derketin. Dema niqaş dikirin polîsan mudaxaleyî girsê kir. Li gel hemû astengiyên polîsan girsê daxuyanî da çapemeniyê. 
 
‘EM Ê DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'
 
Temellî, diyar kir ku di 19'ê Tebaxê de darbeyek din pêk hat û wiha got: "Darbeyek sivîl dîsa pêk hat. Li rûpelên tarî yên dîroka Tirkiye rûpelek din zêde bû. Dest danîn ser 3 şaredariyên me yên mezin. Xezp kirin. Vîna gel tune hesibandin. Em vîna wi welatî dibinin ku xwe li pişt polîsan veşartiye. Ev wêneyê darbeyê ye. Ev nişan dide ku vîna gel tune dihesibînin. Ev wêneyê darbeyê ye. Em li dijî darbeyan li vir in. Em û gel dê bi hevre demokrasiyê biparêzin û li aştî û demokrasiyê xwedî derkevin. Em ê li dijî vê feraseta ku xwe bi şer xwedî dike li kolana bin û dengê heqîqet û aştiyê bilind bikin. 
 
VÎNA GELÊN QEDÎM HDP YE
 
Temellî, anî ziman ku vîna gelên Qedîm ê Mêrdînê hevşaredarên HDP'î ne û wiha berdewam kir: Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Turk vîna vî gelê qedîm . Vîna gelê Kurd, Ereb, Suryanî û gelê din ê Qedîm e. Em li vir aqilê tecrîdê û aqilê qeyûmê qebûl nakin û ji bo xwe esas nagirin. Ev ne aqilê dewletê ye. Îro îktîdar hiqûq û zagonên xwe jî nas nake. Ev yek zordarî ye. Li vir dewlet zagon û hiqûqa xwe nas nake. Dewlet êdî ne dewleta makeqanûnî ye."  
 
 
HDP PARTIYA JINÊ YE
 
Temellî, da zanîn ku îktîdar wan bi pergala "Hevserokatiyê" tawanbar dike û wiha got: "Ev nîşan dide ku yên ev biryar dane aqilê xwe winda kirine. Raste pergala Hevserokatiyê heye. Ev pergal ne sûc e. Tu car nabe sûc. Li diji sûcan têdikoşe. Ev pergal navê têkoşîna azadiya jinê ye. HDP  partiya jinê ye. Li gorî nûnertiya wekheviyê tev digere." 
 
TECRÎD HEYE
 
Temellî, bal kişand ser sedema qeyûm û wiha got: "Hûn dizanin çima talan û qeyûm heye? Ji ber ku li vî welatî tecrîd heye. Ji ber ku li vî welat bêyî OHAL'ê nikarin welat bi rêve bibin. Ev îktîdar êdî nikare vî welatî bi rêve bibe. Siyaseta wê xelas bûye. Li şûna pirsgirêka Kurd çareser bike di bêçareseriê de israr dike. Bi hişe şer û zilê welat bi rêve dibin. 
 
 
DEM DEMA PIŞTEVANIYÊ YE
 
Temellî, anî ziman ku dem dema piştevaniyê ye û wiha bi dawî kir: "Emê xwe û bajarê xwe tevî bi rêve bibin. Dem dema ku em êdî vê ferasetê nas nekin. Dem dema piştevanî û şêwirmendiyê ye. Ne tenê li Amed, Mêrdîn û Wanê. Em li her derê Tirkiye piştevaniya demokrasiyê xurt bikin. Em li her derê li şaredariyên xwe xwedî derkevin. Em li Stenbol, Mêrsîn, Edene, Îzmir Antalya û li her derê li şaredariyên xwe û vîna xwe xwedî derkevin. 
Em ê li her derê li kolanan bin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin." 
 
Temellî, piştî daxuyaniye derbasî avahiya HDP'ê ya Bajar bû.