Li Amedê polisan êrîşî meşê kir

  • rojane
  • 14:21 21 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Li Amedê polisan bi ava şid êrîş bir girseya ku piştî daxuyaniya HDP'ê dest bi meşê kir,

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên HDP'ê didome. Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê û welatiyên ku li Kolana Lîseyê hatin gel, piştî daxuyaniya ku jê hêla HDP'ê ve hat dayîn ber bi Deriyê Çiyê ve meşiyan. Girse demekî bi dûrişmeya "Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkeve" meşiya û gelek esnaf û welatiyan jî piştgirî da wan. Polisan bi TOMA'yan mudaxaleyî meşê kir. Di mudaxaleyê de 5 kes hatin binçavkirin û girse li nav kolanan berbelav bû.