Derbarê hunermend Tûnç de biryara girtinê hat derxistin

  • rojane
  • 13:13 21 Tebax 2019
  • |
img
STENBOL - 37'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derbarê hunermend Ferhat Tûnç de biryara girtinê derxist. Tûnç bertek nîşanî biryarê da û ev tişt got: "Rewşeke ku li ser navê darazê dê bi şermê bê pêşwazîkirin."
 
37'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê, parvekirinên li ser medya civakî kir hincet û derbarê hunermend Ferhat Tûnç de biryara girtinê derxist. Hat hînbûn ku ji ber ku Tûnç di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî lê hatiye vekirin, neçûye îfade nedaye, dadgehê derbarê wî de biryar girtinê daye. Tûnç têkildarî biryara girtina xwe ev tişt anî ziman: "Rewşeke ku li ser navê darazê dê bi şermê bê pêşwazîkirin. Jim hesabê min ê twîtterê doz li ser dozê hildiberînin."