Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand

  • rojane
  • 09:40 24 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Li gorî encamên ne fermî yên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ragihand di Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 741 hezar û 868 dengan û Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 dengan girtiye. 
 
Li gorî encamên ne fermî, di Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku piştî biryara betalkirina Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hat nûkirin, namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 741 hezar û 868 dengan û namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 dengan girt. 
 
Di 31'ê Adarê de Îmamoglû 4 milyon 171 hezar û 118 deng, Yildirim jî 4 milyon û 149 hezar û 656 deng girtibû.
 
Girtekên pevgihandî yên derbarê encamên Hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Edliyeya Stenbolê ve hatin amadekirin, li lewheya Miduriyeta Hilbijartinê ya Stenbolê hatin daleqandin. 
 
8 MILYON Û 925 HEZAR HILBJIJÊR DENG BI KAR ANÎN
 
Li gorî van girtina ji 10 milyon û 570 hezar û 354 hilbijêran 8 milyon û 925 hezar û 63 hilbijêr çûne ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîne. Ji van dengan 8 milyon û 746 hezar û 464 deng derbas dar hatin qebûlkirin, 178 hezar û 599 deng nederbasdar hatin qebûlkirin.
 
Li gorî encamên ne fermî, Îmamoglû ku bû Şaredarê Stenbolê bi rêjeya ji sedî 54,21 4 milyon û 741 hezar û 868 dengan û Yildirim jî bi rêjeya ji sedî 44,99 3 milyon û 935 hezar û 453 dengan girt. 
 
Namzetê Saadetê Necdet Gokçinar jî 47 hezar û 829 (Di 31'ê Adarê de 103 hezar û 300) deng, Namzetê Vatanê Mûstafa Îlker Yucel jî 14 hezar û 545 (Di 31'ê Adarê de 17 hezar û 377) deng girt.