'Zulkuf Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên gelek bajaran ên derbarê Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî hatin lidarxistin de, ev peyam hatin dayîn: “Zulkuf Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir.” 
 
Li gelek bajar û navçeyan, derbarê Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hat revandin û veşartin de, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de, hat diyarkirin ku Gezen ji bo rakirina tecrîdê canê xwe danî holê û bang li Wezareta Dadê hat kirin ku demildest gav bavêje. 
 
WAN
 
Li Wanê, Gezen hat bibîranîn û derbarê çalakiya wî de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Buroya Hilbijartinê ya Tuşba hat lidarxistin. Ji HDP, KCD, DBP û TJA gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlementera HDP’ê ya bajêr Mûazzez Orhan, daxuyanî da û wiha axivî: “Em Gezen bibîr tînin. Gezen li dijî polîtîkayên şer, înkar, tunekirinê û tecrîda girankirî dawî li jiyana xwe anî. Ji bo ku di çalakiyên grevên birçîbûnê de mirin pêk neyên, canê xwe feda kir. Cenazeyê Zulkuf Gezen revandin û destûr nedan wacîbeyên olî li ser cenazeyê wî bê kirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku erka xwe bi cih bîne. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Îro Gezen meşaleya azadiyê ber bi astek nû ve geş kir û bûye deng û wijdanê hemû civak, gel û raya giştî ya  demokratîk.”
 
Piştî daxuyanfiyê bi sedan kes dirûşme berz kirin û dest bi meşê kirin. Meş li ber Beşyol bi dawî bû. Di heman demê de li navçeyên Wanê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn. 
 
MÛŞ
 
Rêxistina HDP’ê ya Mûşê jî, bi heman armancê daxuyanî da çepemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, endamên Meclîsa Partiyê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila tecrîd rabe û mirin çênebin” û “Daxwazên wan daxwazên me ne” hatin vekirin. Wekîl Mensûr Işik, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ligel hemû hişyarên partiya me û asta krîtîk a grevên birçîbûnê desthilatdariya AKP guh nedan daxwazên demokratîk. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi tecrîdê re, edalet, azadî û demokrasî ji holê hatiye rakirin. Ji bo ku ev pêş bikin dê berî her tiştî tecrîd bê rakirin.”
 
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG
 
Li navend û navçeyên Colemêrgê jî, daxuyanî hatin dayîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyan bûn. Parlementerê Colemêrgê Saîd Dede yê di daxuyaniya Colemêrgê de axivî, wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo rakirina tecrîdê çalakiyek fedaî li dar xist. Em dibêjin rehma xwedê li hevalê me be, xwedî sebrê bide malbat, dost û hevalên wî.” Piştî axaftina Dede, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Rêsxistina HDP’ê ya Agiriyê jî, xwest li qada Tahir Elçî ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî bide çapemeniyê, lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê civîna çepemeniyê li Buroya hilbijartinê hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê Berdan Ozturk, Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî civînê bûn. 
 
Taşdemîr, di civînê de Gezen bi bîr anî û wiha axivî: “Faşîzma AKP û MHP’ê ev 4 mehin li hemberî grevên birçîbûnê xwe ker û lal kiriye. AKP li hemû cîhanê li ser navê Ola Îslamê diaxive. Behs a komkujiya Zelandeya Nû dike. Lê destûr neda ku wecîbeya olî yê cenazeyê hevalê bê lidarxistin. Ev zilme. Tenê yek daxwaza hevalên me yên di grevên birçîbûnê de heye. Dixwazin hiqûq bê naskirin û tecrîd bê rakirin.”
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Dêrikê jî daxuyanî da û xwest tecrîd bê kirin. Rêveberê HDP’ê Salih Tekîn di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa bi hezaran girtiyên di grevên birçîbûnê de. Tekîn, diyar kir ku Gezen bi vê çalakiya xwe, navê xwe li dîrokê nivîsand û wiha got: “Teqeze dê berxwedana gelê Kurd û doza azadiyê qezenc bike. Emê tu carî Zulkuf Gezen ji bîr nekin. Zulkuf Gezen bêmirine.” 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, derbarê çalakiya Zulkuf Gezen de, li avahiyên navçeyên Yenîşehîr, Tarsûs, Akdenîz û Toroslarê civînên çapemeniyê pêk anîn. Ji ber ku polîsan derdorên avahiyên lê daxuyanî hatin dayîn girtin, HDPi’yan bertek nîşan dan. 
 
Di daxuya daxuyaniyan de dirûşmeya “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
 
DERSIM  
 
Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî, daxuyanî da. Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul, hevparên Yekitiya Şoreşgerên Dersimê û namzetên hevşaredarên bajêr Nûrşat Yeşil û Hidir Demîr beşdarî daxuyaniyê bûn. Kemal Bulbul, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Ocalan dinava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Ev tecrîd ne nûye. Gelê Kurd li dijî vê tecrîdê, li her derê têkoşîna demokrasiyê bi ve dibe û berdêla vê yekê giran bû. Em ber bi Newrozê ve diçin. Di sala 1982’yan de çalakiya Mezlûm Dogan li zindana Amedê kir, îro Zulkuf Gezen heman çalakî pêk anî. Wateya vê çalakiyê eve. Zulkuf ji bo azadiya gelê xwe, rakirina tecrîdê ev çalakî li dar xist. Ev çalakî ji bo me peyama ‘xwedî li aştî, edelat û azadiya xwe derbikevin û tecrîdê bişkînin’e.”
 
SÊRT 
 
Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî, Zulkuf Gezen bi bî ranî, ji malbat û gelê Kurd re sersaxî xwest. 
 
ÎZMÎR 
 
Parlamenterên HDP'ê yên Îzmirê Serpîl Kemalbay û Murat Çapnî jî di navde endam û rêveeberên HDP'ê bi heman armancê li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Konakê ya ÎZmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Polisan ketin û derketina kolanê girt û çapemenî ji qadê dûr xist. Li ser vê yekê wekîlan bi telelefonên xwe dîmen kişandin û daxuyanî dan. Li vir Kemalbay, daxuyani da û got: "Bêdengî dikuje, em bêdeng namînin. Em wekî gelên Tirkiye dixwazin ji bo aştî, demokrasiyê bijîn. Heta ku em li dijî tecritê bêdeng bin demokrasî pêş nakeve. " 
 
Murat Çepnî jî got “Mirov dimirin" polîs ket navberê û got: "Tu ne wekîlê tu kesan e. Hûn li pêş terorîstan dibin mertal. Ji ber sehek mir em destûr nadin hûn vir tev li hev bikin". Çapnî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: "Hûn nikarin kolanan li gel bigirin. Bêtir tecrid bêtir mirin e. Em vê tecrid û mirinê qebûl nakin. Serî li hemberî qesrê natewinin."
 
MANîSA 
 
Namzetên HDP'ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin ên Manîsa Hatice Aslan û Naci Sonmez jî li gel rêveberên partiyê hatin ber avahiya HDP'ê û li vir daxuyanî dan. Li ser navê endam û rêveberağn Hevserokê HDP'ê Kerem Taylan daxuyani da. 
 
TURGUTLU
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Turgutlu ya Manîsa jî ji bo piştgiriya Zulkuf Gezen li ber avahiya HDP'ê daxuyani da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê  Turgutlu Cevher Ozdemir jî wiha got: "Divê ji bo em bibin dengê Leyla Guven, Nasır Yagiz û hemû girtiyên zindanê em bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî vê zilmê bêdeng nemînin."