Namzetên HDP'ê yên hevşaredaran gel ziyaret dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyên bajar û navçeyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re tên cem hev û rastî eleqeyek mezin tên. Namzet kolan û tax li nava gel digerin û projeyên xwe parve dikin û li daxwazên gel guhdar dikin. 
 
Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên bajar û navçeyan, di çarçoveya xebatên hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê lez dane xebatên xwe. Namzet, li gel rêveber û hevserokên partiyan li tax, gund, navçe û li nava esnafan digerin û hem li daxwazen wan guhdar dikin û hem jî projeyên xwe parve dikin. 
 
Namzetên HDP'ê yên Meletiyê li taxên Cemal Gursel, Kuyuonu û Aşagi Baglarê bi gel û esnafan re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin Yusuf Bozkuş, Namzetê Hevşaredariya Battalgazî Ruken Bilgiç û Huseyin Kilinç bi tevlêbûna xwendekarên zanîngehê bi gelên taxê re hatin cem hev. 
 
 
Li Bedlisê jî bi heman armancê Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bedlisê Zekiye Îlbasan û Faruk Îşlek, parlamenterê Bedlisê Mahmut Celalet Gaydali û rêveberên partiyê esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin. 
 
Li navçeya Bêgirî ya Wanê jî bi heman armancê namzetên HDP'ê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, li gundê Mezrê gundî ziyaret kir.