Ji bo pîrozbahiya Newroza Îzmirê bang

img
ÎZMÎR - Gelê Îzmirê dê di 21'ê Adarê bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" li Qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bang li gelê Îzmirê kir ku bi rêngê xwe biçin qada Newrozê û bibin dengê Leyla Guven. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê dê Newroz di 21'ê Adarê de li Qada Gundogdu ya Îzmirê bi dirûşmeya “teqez em ê bi ser bikevin, Tecrîdê bişkînin" pîroz bike. Amadekariyên komîteya Amadekar a Newrozê dest pê kir. Têkildarî amadekariya Newrozê Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay û Murat Çepnî ji tev li civinê bûn. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Îzmirê Abdulkadir Baydur, bang li hemû gelê Îzmirê kir û xwest beşdarî şahiya Newrozê bibin û Newrozê pîroz bikin. 
 
EM LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
 
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, jî bang li gelê Îzmirê kir ku bi rêngê xwe biçin qada Newrozê û bibin dengê Leyla Guven. Kemalbay, anî ziman ku di şert û mercên faşizmê de Newrozê pîroz dikin û li girtîgehan bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Kemalbay, xwest ji bo tecrid û faşîzmê bişkinin her kes biçin qada Newrozê û dengê xwe bigînin Leyla Guven û piştgiriyê bidin têkoşîna Leyla Guven.