Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de Kemal Ozelmali rakirin nexweşxanê

  • rojane
  • 15:58 12 Kanûn 2018
  • |
img
EDENE - Girtî Harun Kaya, ragihand ku girtiyê nexweşîna Wernîcke Konsakoff ê di greva birçîbûnê de Kemal Ozelmali di 7’ê Kanûn de ji ber ku ji ser hişê xwe çû rakirin nexweşxanê.
 
Girtiyê nexweşîna Wernîcke Konrsakoff Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne, ligel rapora wî ya “Nikare li girtîgehê bimîne” heye jî nayê berdan. Ozelmali, li dijî vê di 27’ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Harun Kaya yê di heman girtîgehê de dimîne, ragihand ku çalakiya Ozelmali di roja 72’an berdewam dike û got: “Ji ber ku rewşa Ozelmali xerab bû, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê. Roja 5’ê Kanûnê hevalê me Kemal dest ji av vexwarinê jî berda. Di 7’ê Kanûnê de ji ser hişê xwe çû. Rakirin nexweşxanê. Ji ber ku ji ser hişê xwe çû, mudaxileyê wî kirin. Niha rewşa wî başe û dikare biaxive. Em bang li raya giştî dikin ku xwedî hevalê me Kemal derkevin