Li Giresûnê grev di roja 14'an de bi koma 2'emîn didome

  • rojane
  • 11:54 10 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Girtiyên Girtîgeha Tipa E ya Giresunê bi riya malbatan diyar kirin ku bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya wan a grevê bi koma duyemîn di roja 14'an de berdewam dike. 
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di 27'ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK'ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-kiribûn. Piştî daxuyaniya Denîz Kaya, li gelek girtîgehan koman bi dorveger dest bi çalakiyê kirin. Li Girtîgeha Tîpa  E ya Giresunê jî grevê bi koma ewil a ji 3 kesan pêk tê, piştî 10 rojan grev dewrî koma duyemîn kirin. Çalakî di roja 14'an de bi koma duyemîn didome 
 
Girtî Mehmet Çagirici, Behri Sulgin û Umit Karakaya piştî 10 rojan çalakî dewrî koma duyemîn a ji Sipri Akbaş, Yaşar Bayar û Hasan Kuramî pêk tê kirin. Çalakiya koma duyemîn di roja 4'an de berdewam dike. 
 
Piştî koma ewil çalakî dewrî koma duyem kirin li 3 kesên di çalakiyê de ji bo her keseki  3 meh cezayê ragihandinê li wan birîn.