Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû

  • rojane
  • 14:28 14 Tebax 2018
  • |
img

AMED – Sergeneral Haci Îlbaş ê hewl da bi darê zorê gelê Lîcê bike cerdevan û navê wî di komkujiya Roboskê de derbas dibe, tayînê Fermandariya Parleşker a Asayîşa Cendirmeyan a Wanê hat kirin. Mûsa Çîtîl ê weke faîlê qetilkirina 13 gundiyên li Dêrîkê hat darizandin û beraet kir jî, terfiyê korgeneraltiyê hat kirin. 

Biryara  tayîn û terfî kirinên aîdên Fermandariya Ewlekariya Perav û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyêtê. Li gorî vê yekê; navê 18 generalên Cendirmeyan di lîsteya terfi de cih girtin. Sergeneralek, bû korgeneral, 4 tuggenral bûn tumgeneral, 13 amîrhêz ê  biqidem jî bûn tuğgeneral. Navê 28 generalan jî di lîsteya tayînê de cih girtin.  Musa Çîtîl ê hat terfî kirin û Haci Îlbaşî yê tayînê Fermandariya Parleşker a Asayîşa Cendirmeyan a Wanê hat kirin, kirînên wan ên li herêmê dema li ser peywirêbûn, heta bêje bal kêşin. 
 
ÇÎTÎL TERFÎ KIRIN 
 
 Di navbera salên 1993 û 1994’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê, gava Mûsa Çîtîl Alîkarê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bû, 13 gundî hatibûn qetilkirin û Çîtîl weke faîlên van 13 gundiyan hat darizandin û dûre beraet kir. Çîtîl niha ji bo korgeneraltiyê hat terfî kirin.  Çîtîl ê berî jî Fermandartiya Herêmê ya Cendirmeyan a Amedê û Fermandartiya Herêmê ya Cendirmeyan a Enqerê kiribûn, di qedexeyên derketina derve ya li navçeya  Sûrê ku bû sedema bi sedan kes bên kuştin, di ekîba serkarî ya binavê “Bayral 12” de cih digirt. 
 
LICE, ŞIRNEX Û WAN 
 
Sergeneral Haci Îlbaş ê Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Edeneyê jî, yê di salên 1997’an de hewl da bi darê zorê gelê Lîcê bike cerdevan û navê wî di komkujiya Roboskê ya sala 2011’an de pêk hat û 34 welatiyan jiyana xwe tê de ji dest dan de derbas dibe, tayînê Fermandariya Parleşker a Asayîşa Cendirmeyan a Wanê hat kirin. Îlbaş piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de ji tuggeneraltiyê, terfiyê sergeneraltiyê bûbû. 
 
KOMKUJIYA ROBOSKÊ 
 
Îlbaşê ku li Lîcê bi ser neket, 5 mehan “cezayê bi zorê li Lîcê bimîne” girtibû. Ji ber vê yekê terfîbûna wî jî hatibû rewestandin. Navê Îlbaşî piştî bi salan di Komkujiya Roboskê de hat bihîstin. Îlbaşi wê demê li Fermandariya Tugay a Cendirmeyan a bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabana Şirnêxê peywirdar bû.