ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 8 Mijdar 2025
  • |
img
* Abdulazîz Ozdemîr ku piştî 31 salên dîlgirtinê serbest hat berdan, diyar kir ku dewlet û desthilat gavên li gor ên Tevgera Kurd neavêtine û got: "Êdî axaftin têrê nake; divê gav li gorî ruhê pêvajoyê werin avêtin."
 
* Tevî ku li Wanê hezar û 700 nexweşên çolyakê hene jî, di nexweşxaneyan de beşên gastroenterolojiyê tune ne. Malbatên nexweşan daxwaz dikin ku mexdûriyeta wan û pirsgirêka heyî were çareserkirin.
 
* Welatiyên navçeya Sûrê ku pêvajoyê nirxandin, diyar kirin ku ji bo dewlet fikarên li ser pêvajoyê ji holê rake, divê pergala neneavnedî esas bigire û gotin ku divê helwesta li hemberî QSD'ê biguhere, ji bo perwerdehiya zimanê dayikê û mafên mirovan gavan bavêje. 
 
* Ji ber ku komîsyonvan bihayê di biniya lêçûnê de diyar dikin, li navçeya Payîzava û Westanê firingî, îsot, petêx û şebeş li nav zeviyê man. 
 
* Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlenê bal kişand ser rola jinan  ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Divê jin bi hemû hêza xwe ji bo bidawîkirina şer û avakirina civakeke demokratîk têbikoşin."
 
* Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlan dê li Qada Galatasaray çalakiya xwe ya 1075’emîn li dar bixin. (12.00)
 
* Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)
 
* Li Agiriyê dê Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Kurdî-Zana bê vekirin.(11.00)