ENQERE - Parlamenterên Meclisa Neteweyî ya Fransayê, deklarasyonek têkildarî pêwîstiya rêzgirtina Tirkiyeyê li hemberî mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îmze kir.
Meclisa Neteweyî ya Fransayê ku yek ji du meclisên Parlamenoya Fransayê ye, deklarasyona derbarê mafê hêviyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de îmze kirine, bi raya giştî re parve kir.
Di metnê de hat destnîşankirin ku piştgirî dide civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û ev tişt hate gotin: “Ev herêma ku jin lê xwedî roleke diyarker in û bi rêgezên Konfederalîzma Demokratîk tê birêvebirin û tê de civakên etnîkî, olî û mezhebî yên cihêreng, wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Êzidî, Xirîstiyan, dikarin bi hev re û di nava ahengekî de bijîn. Lêbelê, ji dema damezrandina vê modela komunalîst ve di sala 2012'yan de, Rojava her tim rastî êriş û gefan tê. Rejîma nû ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed El-Şara yê ku ji ber dîktatorê xwînrêj Beşar Esed hilweşandî, li ber çavê rêberên 'Rojava' şêrîn bûye. Çavên xwe li ser komkujiya neteweyên kêmîne û olî yên wekî Elewî, Druzî û Xirîstiyan digirin. Wek her car, qurbaniyên yekem ên vê desthilatdariya nû ya despotîk jin in; rastî zext û cudakariyê tên, cudabûna ji mêran û lixwekirina cilûbergên li gorî qaîdeyên li wan tê ferzkirin.”
'DIVÊ TIRKIYE RÊZ LI MAFÊ HÊVIYÊ BIGIRE'
Di metnê de hat destnîşankirin ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, hêj pêşketineke şênber çênebûye û wiha hat gotin: "Ji bo ku pêvajo bi awayekî rast pêşve biçe, divê Tirkiye ya ku ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin, di serî de rêz li hiqûqa navneteweyî û nexasim li 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan, bigire: Divê mafê hêviya azadiyê yê kesên cezayê muebede giran xwarî bê parastin. Ji ber vê yekê, her girtî mafê wî heye ku dîroka ji nû ve nirxandina rewşa xwe bizanibe; ev mafekî bingehîn e û bi rûmeta mirov ve girêdayî ye. Civakên cuda yên li Rojava, modela Konfederalîzma Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî xweser tê birêvebirin, wekî misogeriya parastina yekparebûna xwe dibînin. Ji bo ku pêvajoya aştiyê ya di navbera rejîma Erdogan û Kurdan de bigihêje serkeftinê, serbestberdana Abdullah Ocalan ê wekî rêberê gelê Kurd tê qebûlkirin, şertekî pêşîn e. Ocalanê ku 26 sal in girtî ye, divê li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, bi rêzgirtina mafên mirovan bê tedawîkirin; ev rewş ji bo hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê jî derbasdar e.”
'BERPIRSYARIYA EXLAQÎ'
Di berdewamiya metnê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Fransa, Ewropa û hemû cîhan, ji ber tevkariyên wan ên diyarker ên di têkbirina DAÎŞ'ê de, deyndarê Kurdan û nexasim deyndarê jinên Kurd in. Hêzên Kurd, li Sûriyeyê bi rêya YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roleke girîng di têkçûna leşkerî ya DAIŞ'ê de lîstin. Wan di pevçûnên herî dijwar de şer kirin, kelehên herî girîng ên DAIŞ'ê desteser kirin, bi hezaran sivîl rizgar kirin û rêveberiya herêmên berfireh ên rizgarkirî, gelek caran bi berdêlên giran û bi windakirina bi hezaran şervanan bi rêve birin û parastin. Îro, peywira me ya exlaqî ye ku em bicîh bikin ku Kurd û hemû civakên ku beşdarî ezmûna demokratîk a li Rojava bûne, di nav aşitî û azadiyê de bijîn. Em, wekî endamên Parlemantoya Fransayê, daxwaz dikin ku Fransa berpirsyariyên xwe yên derbarê welatiyên Fransayî yên endamên DAIŞ'ê an hevkarên wan de, yên ku hîn di kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojava de girtî ne, bi cih bîne, di serî de jî vegerandina jin û zarokan bo Fransayê. Herwiha em muameleya taybet a bi Ehmed El-Şara yê mafên jinan dike hedef û ewlehiya kêmîneyên etnîkî-olî misoger nake, red dikin. Em daxwaz dikin ku Tirkiye li Rojava bi agirbesteke mayînde ve girêdayî bimîne û wekî îmzekara Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, pabendî sozên xwe yên derbarê mafên mirovan de bimîne. Têkoşîna gelê Kurd û civakên zilm dîtî yên li Sûriyeyê têkoşîna me ye, em parçeyekî vê têkoşînê ne û em ê wisa jî bimînin.”
Kesên ku metn îmze kirine ev in:
Mathilde Panot, Seroka Koma La France Insoumise: LFI (Partiya Fransa ya Serî Natewîne)
Emmanuel Fernandes: LFI
Nadège Abomangoli, Cîgira Seroka Meclisa Neteweyî
Clémence Guettê, Cîgira Serokê Meclisa Neteweyî
Thomas Portes, Serokê Koma Xebata Kurdan
Anaïs Belouassa-Cherify: LFI
Christophe Bex: LFI
Carlos Martens Bilongo: LFI
Pierre-Yves Cadalent: LFI
Gabrielle Cathala: LFI
Hadrien Clouet: LFI
Jean-François Coulomme: LFI
Sylvie Ferrer: LFI
Arnaud Le Gall: LFI
Muriel Lepvraud: LFI
René Pilato: LFI
Aurélien Tache: LFI
Paul Molac: LIOT (Koma Azadî, Serbixwe, Derveyî Welat û Herêman)
Danielle Simonnet: EcoS (Konseya Aborî, Civakî û Jîngehê)
Elsa Faucillon: GDR (Koma Çep a Demokratîk û Komarî)
